April 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan gefa terorê gotûbêj kirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan gefa terorê gotûbêj kirin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 24ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriyê General John Brennan kir.

Di hevdîtinê de li ser geşedan û guherînên herî dawî yên li Iraq û Sûriyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de behsa çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya hebûna hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin, bi taybetî ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê, ku li çendîn deverên Iraqê metirsiya rasteqîn in ji bo nişteciyên wan deveran.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi