April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî: Damezrandina PDKê werçerxaneke dîrokî bû

Nêçîrvan Barzanî: Damezrandina PDKê werçerxaneke dîrokî bû

Hewlêr (Rûdaw) Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi boneya 73mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ragihand ku damezrandina PDKê werçerxaneke dîrokî bû li Kurdistanê de û bi piştevaniya cemawerê Kurdistanê bihêztir dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de, Cîgirê Serokê PDKê ye, di peyama xwe de ragihand ku PDK di dîrokî de rastî şikest û zehmetiyan hatiye û got, “Lêbelê, ji ber ku xwedî bawerî û bingeheke resen a bihêz e, kariye hemû wan şikest û zehmetiyan derbas bike. Her car ji bo mayîn û serkeftina Kurdistanê kar kiriye. Herwiha ji bo pêşdebirina demokrasî û xebatên sivîl li Iraqê, tevkariyeke zêde kiriye. Ji ber hindê di dîroka Iraqê de jî xwedî pêgeheke bihêz e.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PDK, xwedî bingeheke kur û berfireh e û her tim bo pêşkeftin, nûkirin û avadankirinê kar kiriye û dibêje, “Ciwan, xwendekar, û jinên PDKyî, hezkirine zêde heye bo kar û avadankirina Kurdistanê. PDK bi piştevaniya têkoşîna dêrîn, azmûn û cemawera dilsoz a Kurdistanê, bihêztir dibe. Her ji ber wê yekê di hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdsistanê serkeftinên mezin bidest xistin.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pêşerojê de jî dibêje, PDK, ji niha û pê de jî, bi karname û planên berfirehtir dikare zêdetir xizmeta doz û armancên gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi