December 03, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî û UNHCR rewşa penaberan gotûbêjkirin

Nêçîrvan Barzanî û UNHCR rewşa penaberan gotûbêjkirin

BasNews

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 21.06.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Emîn Ewez rêvebirê ofîsa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ya saziya UNHCR  ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve û şandeya pê re civiya.

Şandeya UNHCR sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê kiriye, her ji destpêka şerê dijî DAÎŞê û destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, ew  hewandine û mihtaciyên pêwîst jê re berdest kirine.

Berpirsê ofîsa UNHCR diyar kir ku ew amadekariyên wê yekê dikin ku, piştî bi timamî azadkirin Mûsilê û derdûra wê ji bin destê terorîstan, hevkarî û alîkariya  koçberan bikin ji bo ser mal û mikl xwe veger in û di vê çarçoveyê de rola hikûmeta Kurdistanê bi roleke giring zanî. Li gor wê şandeyê di konferensên navdewletî de ew dê daxwaza alîkariyê ji bo herêma Kurdistanê bikin daku baştir xizmeta koçbe rû penaberan bike.

Nêçîrvan Barzanî ji bona wê hevkarî û hevahengiya UNHCR û rêxistinên din yên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve digel saziyên hikûmeta Kurdistanê dikin û alîkariya koçber û penabewran dikin, sipas kirin û got ku xizmetkirina wê hijmara gelek zêde ya koçber û penaberan ji îmkanên hikûmeta Kurdistanê mezintir e û bi pêwîstî zanî şandeya mêvan ji bona dabînkirina alîkairyan ji bo koçber û penaberan zêdetir bixebite.

Serokwezîr diyar kir ku pêwîste aramî û emniyeta deverên azadkiriî bi cî bibe û bawerî di nvabera hemû pêkhateyên deverê de çê bibe ku koçber ji bo ser mal û milkê xwe veger in daku bikaribin jiyana xwe berdewam bikin û hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warîde dikare alîkar be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi