Erdogan li ser xebatên Kurdî: Em dê paşve gav navêjin
Rûdaw
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Amedê ragihand, li ser mafên kurdan ên demokratîk, mirovî û çandî ku hatiye dabînkirin, ew dê paşve gav neavêjin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya gera kampanyaya giştpirsiyê de ji bo beşdariya vekirina bikomî bibe serdana bajarê Amedê kir.
Recep Tayyip Erdogan di mitînga Amedê ya li ber parêzgariyê bajêr de li hemberî welatiyên kom bûne axivî.
Erdogan li ser mafên rewa ên neteweya kurd got: “Di derbarê mafên kurdan ên demokratîk, mirovî û çandî ku hatiye dabînkirin, em paşve gav navêjin, ne ji aliyê ziman ve, ne ji aliyê navan ve, ne ji aliyê kursan ve, ne ji pirtûkan ve, ne ji weşana televîzyonan ve, ne ji xebatên akademîk ve, ne jî ti mijarên din ve, bila ti endîşeyên we tine be.”
Herwiha Erdogan diyar kir: “Mafên we yên ku ji bo we hatine dabînkirin, weke şîrê dayîka we ji were helal e û mafên we ne.”
Serokomarê Tirkiyê weke din di axavtina xwe de wiha got: “Tirkiye bêyî Stenbol, Îzmîr, Trabzon, Antalya, Erzirom nabe. Herwih bêyî Amedê jî nabe. Lewra Amed qelbê me ye. Yên ku bixwazin vê cografyayê ji me veqetînin, tê wateya ku xwe hewl dide qelbê me derxîne. Amed mora Tirkiyê ye. Em bi ti awayî rê nadin ku dest dirêjî wê bikin. Rebbê me qedera me li vê erdnigariyê bi hev re nivîsandiye, wek paşeroja me pêşeroja me jî hevpar e.”
Erdogan der barê bangewaziya “aştiyê” ya ji aliyê PKKyê ve wiha got: “Ev alîgirên PKKyê serê carekê dibêjin ‘aştî, aştî, aştî.’ Ma bi gotinê aştî tê? Ma bi kesên ku çekê di destê xwe de digirin re aştî dibe? Em ava dikin. Em dayikên ku li ber Şaredariya Amedê rondik dibarandin û daxwaza zarokên xwe yên ku revandibûn çiyê ji bîr nakin. Yên ku dibêjin aştî çawa dinêrîn li wan? Bi xaînî temaşe dikirin. Lê me bi şefqet û merhemet temaşe kir. Fedaiyên aştiyê em in, fedaiyên azadiyan em in û ji vir û pê de jî dê wisa be.”
Herwiha Erdogan anî ziman “êdî rêxistin nikare mala kurdan xera bike; û wiha pê de çû:
“Ev rêxistina xaîn dê êdi nikaribe mala welatiyên me bi serê wan de xera bike. Ev rêxistina nemerd dê nikaribe zarokên welatiyên me bi zorê ji destê wan birevîne. Ev rêxistina qellaş, ji vir û pê de dê nikaribe zarok, bira, dê û bavan tehdîd bike û îradeya wan a siyasî rehîn bigire. Li ku dikarin bigirin? Li Ewropa, Almanya, Hollanda, Awisturya, Belçîka, Swîsreyê dikarin bigirin. Lê dê nikaribin li Tirkiyê bigirin.”
Serokomarê Amedê derheqê mijara muzakere û guftûgoyan de jî wiha axivî:
“Em amade ne bi her kesê gotina wî, projeya wî û derdê wî hebe re biaxivin. Em amade ne bi wan re hevdîtinan bikin û digel wan bimeşin. Tenê şertekî me heye; dê di destê tu kesî de çek nebe. Dê tu kes ranebe hewl nede vî welatî û vî gelî parçe bike.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî