Mekgork: Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî çi hêzên din li Şingalê hebin
Waar media
Nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê di Hevpeymanîya Navdewletî ya dijî Daişê da ragîhand: Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî yên herêma Kurdistan û Îraqê, çi hêzên din li Şingalê hebin.
Îro Brêt Mekgork, hinartîyê taybet yê serokê Amerîkayê ev yek di hevdîtinekê di gel Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê da ragîhand û dupat kir ku dê piştevanîya welatê wî bo herêma Kurdistanê berdewam be.
Mekgorkî derbarê Şingalê jî got: Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî yên herêma Kurdistanê û Îraqê, çi hêzên din li deverê hebin.
Her di wê hevdîtinê da Barzanî û Mekgorkî hemahengîya di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Îraqê da erênî wesif kirin, herwesa peywendîyên hikûmeta herêmê û Bexdayê û şerê dijî terorê tewerekê din yê danustandinên herdu alîyan bûn.
Post Views: 116
تُتاح هذه الصورة أيضا في:
Kurdî