December 11, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Bingeha Laleş Birêz Khalat Shex Morad: Ewên ku Ezdîyan ji Kurd û Kurdistane dûr dixin, dixwazin Êzidî dê zeîf bin

Serokê Bingeha Laleş Birêz Khalat Shex Morad: Ewên ku Ezdîyan ji Kurd û Kurdistane dûr dixin, dixwazin Êzidî dê zeîf bin
In: Nûçe
Şengal Kurdistan e, xelkê Şengalê jî Kurd e. Dibeku heger grubek yan hin kes hebin naxwazin Kurd bin, ew tîştekî cûda ye. Min di gelek dîdar û çapemenîyên di radyo û televizyonan da berî nuha jî gotîye, şerê Şengalê şerekî pîroz bû, şerekî cîwaz bu ji şerê din. Şerê hêza xêrê bû. Şerê hêza xêr û ronahîyê bû.

***

IMG_2543Çend roj berê ez çûbûm bajarê Bîelefeldê û min li wir serlêdana Bingeha Laleş li Almanya kir. Serokê Bingeha Laleş Birêz Khalat Shex Morad pêşwazi li min kir û di derbarê Bingeha Laleş, Kurdên Êzidi û Rizgarkirina Şengalê da gelek agahîyên balkêş da min. Cara yekemîne ku min li derveyî welat dezgeyek Kurdan ku bi ruhê kurdayetî dilive, dît. Jiber ku Kurdên li dervayî welat, bi taybetî jî Kurdên Bakûr di hemû komel û dezgêyên xwe da, zimanê Tirkî bikartînin û wek çepên Tirkan dijîn.

Gava ku mirov ji derê Bingeha Laleş da dikeve hundur, bi xemilandina resmên ji herêma Şengal û bikaranîna ziman, mirov xwe wek Kurdistanê dihesibîne.

Min di derheqê Şengalê û rizgarkirina Şengalê çend pirs pirsî, Birêz Xhalat Şex Morad jî bersiva wan pirsan da.

***

Kak Xhalat Şengal bajareke çawa ye, têda tenê Kurdên Êzidî dijîn?

xelatXhalat Şex Morad: Bê şik Şengal bajêrekî Kurdistanî ye. Şengal xaleke geleke girîng e, ji xalên danûstandinên serdema şoreşa Îlonê ku Barzanîyê nemir ligel hukumeta Iraqê bi wî serdemî kir.

Şengal, ne ku îro emê nasnamekî goredarî bêjin Şengal Kurdistanîye an ne Kurdistanî ye. Şengal Kurdistan e, hîç şik ser nîne. Ne tenê Şengal, ew dewerên ku ketine ber maddeya ku em jê ra dibêjin ya 140 ya destûrê Iraqê, ew hemû dever jî weke Şengalê deverên Kurdistanê ne. Min berî nuha gelî caran jî gotîye, ez nuha jî dibêjim ew şandîyên Kurdistanê ku di danûsitandinên ligel hukumeta Iraqê da ew madde ya destûrî da qebûl nekiribana, deverên Kurdistanê bêxine îstifta ekê, ka erê ev axa axa Kurdistanê ye yan na. Heta îro ku ev encamên negatîv jî jê peyda bûn. Bê şik Şengal Kurdistan e, xelkê Şengalê Kurdistanî ye. Xelkê Şengalê hem di serdema şoreşa Îlon û Gulanê da qurban dane, hindî îro jî ketine ber destê terorîstên DAIŞ’ê û bûne qurban. Xelqê Şengalê ji alî terorîstên DAIŞ va hatin girtin, hatin revandin û hatin kuştin. Xelqê Şengalê ji bo Kurd û Kurdistanê di serdema şoreşa Îlon û Gulanê da jî qurban dan, îro jî didin. Qeneeta min ewe, terorîstên DAIŞ dixwestin ku herêma Şengalê û Êzidîyan ji giştî Kurdistanê û ji gelê Kurd veqetînin. Dixwestin ku Êzidîya zayif bikin û wan bikin neçîra her grubekî terorîstên mîna DAIŞ. Îro bi navê DAIŞ e, duh bi navê El-Qaide bû, divê sibê bi navekî din bikin. Ku Êzidîyan bikine neçîra destê wan û devê wan. Her wextekî ewê bi fên neçîra xwe li Kurdên Êzidî bikin û Kurdên Êzidî bigrin, taybet jî devera Şengalê. Lê Şengal Kurdistan e, xelkê Şengalê jî Kurd e. Dibeku heger grubek yan hin kes hebin naxwazin Kurd bin, ew tîştekî cûda ye.

Çima Şengal?

Xhalaf Şex Morad: Dîtina min Kurdên Şengalê, em dikarin bêjin jî % 80-85 Kurdê Êzidî ne. Li Şengalê Kurdên musulman jî he ne, him ji mesheba şîî him jî ji mesheba sunî ne. Ji bilî wan hinek birayê me yên mesîhî jî li Şengalê he ne. Bes bi dîtina min û qeneeta min devera Şengalê, ji bo terorîstên DAIŞ wusa devereke stratejîk û girîng bû ku, ha Kurdên Êzidî, yan Kurdên musulman têdabana, an jî wek çi millet tê da ba, ferq nedikir. Di êrişa DAIŞ ya li ser Şengalê da du tiştên gelek girîng hebûn. Bi dîtina min, sedemê îşkalkirina Şengalê, ya ewil girêdana her du wîlayetên Xîlafeta Îslamî ya Raqa û Musilê bû ku wan dixwestin herdu wîlayetan bi hev ra girêdin, jiberku Şêngal di navbera wan wîlayetan da ye. Nîyeta wan ew buk u bi destxistina Şengalê her du wîlayetan bi hev ra girêbidin û sînorê dewleta bi navê Îslamî ya Terorist berfireh bikin. Eva ji bo wan hem tiştekî stratejîk, hem jî tiştekî herî girîng bû.

Ya duyemîn jî, terorîstên DAIŞ ku îro li pê îdeolojîyeke tundrew, ya bi navê Îslama sîyasî ku ew behs dikin, ola Îslamê ji meselaya berî ye, lê ew terorîstên ku hatine bi navê Îslamê vê yekê dikin gor wan ew kesên ku li Şengalê dijîn ew Kurdên Êzidî ne û gor ideolojîya wan jî Êzidî ne musulman in û jin û zarokên Êzidî jî li wan helal in. Ev jî ji bo terorîstên DAIŞ egerekî paldar e ku wî tiştî bikin. Jin û keçên Ezidî birevînin, gorî ideolojîya xwe bikujin yan jî bibin ser dînê Îslamê. Gor ideolojîya terorîstên DAIŞ kuştina Êzidîya jî helal e, talankirina mal û maldarîya wan jî bi wan helal e. Ev her du mabest ji bo wan girîng bu. Gor qaneeta min ji van herdu mabestan ya herî serekî stratejîk bu ku ew jî pêkvegirêdana herdu wîlayetan, ya Raqa û Musulê bû.

Di şerê rizgarkirina Şengalê da Pêşmergeyên Kurdistanê rolekî çawa lîstin?

Xhalat Şex Morad: Min di gelek dîdar û çapemenîyên di radyo û televizyonan da berî nuha jî gotîye, şerê Şengalê şerekî pîroz bû, şerekî cîwaz bu ji şerê din. Şerê hêza xêrê bû. Şerê hêza xêr û ronahîyê bû. Pêşmergeyên Kurdistanê ji hêza xêr û ronahîyê ne û Cenabê Serok Berzanî serkêşa vê hêza xêrê dikir. Ev hêza xêrê di vî şerî da biserket. Eger, Kurdistan bi dîtina Cenabê Serok Berzanî û bi dîtina Pêşmergeyan wek hemû gel pîroz e, bes cenabê Serok pîrozîyeke din jî da axa Şengalê, wî bi xwe serpiriştîya vî şerî kir û bi serket.

Ji bilî hêza pêşmerge hîç hezekî din li Şengalê roleki leşkeri bi durust nekirîye , ne ku ya Şengalê, rizgarîkirina ya gundekî jî nekirine. Tu hêzekî din li dijberî terorîstên DAIŞ bi çekan şerê leşkerî nekirîye. Yên ku li dijî terorîstên DAIŞ şerkirin tenê hêza Pêşmerge bû. Pêşmergeyên Kurdistanê bi hêzeke mezin û bi çekên giran di nav 24 saetan da Şengal ji destên terorîstên DAIŞ xilaskirin û xelkê Şengalê rizgar kirin.

Bê şik par, di meha 12’an da rizgarkirina Şengalê hatibû plankirin. Ew plan belkî sê qonaxî bû. Sala 2014, meha 12’an da qonaxekî destpêkir, wê demê serê çîyayê Şengalê û çend komelgehên wî hate rizgarkirin. Herweki cenabê we jî dizanin pêş çendekî berê jî merkezê bajarên Şengalê hate rizgarkirin. Waye pirsa min ji wan hêza ra, ewên ku dibêjin me çûye ala xwe li wan cîha da çikandîye, piştî rizgarkirina hêzên Pêşmerge. Pirsîyara min ji wan ra ye, bila biçin ji wan gelek komelgeh û gundên ku hê di bin dest da mane, yeki ji bo gelê Şengalê rizgar bikin, dê îro li xelkê Şengalê îspat bikin ku ka kî Şengal rizgar kirîye.

Gelê Şengalê çawa li vê meselê dinêre û wê pêşeroj çawa be?

Xhalat Şex Morad: Dixwazim berê tiştekî dîn bêjim, qonaxa rizgarkirina Şengalê ya sêyemîn jî wê di nêzîk va destpêbike. Di wê qonaxê da jî wê Pêşmergê Kurdistanê şer bike û biserkeve. Êdî ew gefên ku weku Êzîdî bimînin, ew gef li ser namînin. Ew gef tenê dimînin, ew gefên ku li ser gelê Kurd giştî hebin, hîn ku em wek xelkê Êzidî beşek ji miletê Kurd, him wek xak û wek milet ew gef tên ser me bimînin. Bes ew gef anîya Xwedê ku bi zand û baskên Pêşmergên Kurdistanê ew gef bi ser me namînin we ku Êzidî.

Dîsa jî min got Şengal bajêrekî Kurdistanî ye, ser herêma Kurdistanê da ye. Berjewendîya xelkê Şengalê jî çi Êzidî bin, çi musulman bin, yan jî mesîhî bin, berjewenda wan li ser Kurdistanê bin. Em bêjin nebêjin sînorek di navbera me û Eraban da bê danan. Divê ev xelkê Şengalê li ser Kurdistanê da bê girêdan. Ew bikaribin jîyana xwe ya rojane bi hêsanî derbas bikin, Alîyê xizmetgozarîyê da jî, hukumeta Kurdistanê, peyva jî Cenabê Kak Nêçîrvan, serokê hukumetê pêş du rojan da dîyarkir ku her ji nuha da dest bi avakirina Şengalê hatîye kirin. Pirên ku ji destê DAIŞ hatine xerabkirin, ji wan çar hate durustkirin. Ez bawerim qonaxa avakirinê jî bête destpêkirin…

Îkram Oguz

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.