Li Hawlêrê Seîd Cirdo bi hûrî behsa çendîn babetên girîdayî rewşa Êzdiyan kir.
Hewlêr- Tora Laliş ya ragehandinê
Di sibeha îro da şandek ji Desteya Bilinda Bingehê Laliş bi serokatiya rêzdar (Seîd Cirdo) seredana Qonslxana Emrîka li hewlêra paîtext kir û ji alîyê rîzdar Ceysn Galyan cêgrê berpirsê karubarên giştî û Serbaz Hemexan şarezayê biyavê mîdiyayê û Salar Mehmûd harîkarê karubarên rewşenbîrî li nivîsngeha karubarên giştî ya qonslxanê ve hatin pêşwazî kirin.
Di seredanêda rêzdar Seîd Cirdo bi hûrî behsa çendîn babetên girîdayî rewşa Êzdiyan û rolê Bingehê Laliş di qada rewşenbîrî û civakî û mîdiyaî da kir.
Herwesan tîşk xiste ser rolê Bingehî di biwarên cuda cudayên kinarên jiyanê li seranserî navçeyên Êzdiyan li Kurdistan û Iraqê û ew welatên Êzdî lê jiyan di kin.
Ji bo bêhtir danasîna Êzidyan bi wellatên biyanî şandê Bingehê Laliş salnameya laliş û çendîn pertokên ji weşenên Desteya Bilinda Bingehê Laliş pêşkeşî berêz Ceysn kirin .
CH