May 11, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Desteya Bilinda Bingehê Laliş çar pertûkên nû weşandin.

Desteya Bilinda Bingehê Laliş çar pertukên nû weşandin

Dihok- Tora Laliş ya ragehandinê

Yek ji erk û kar û bizavên  Desteya Bilinda Bingehê Laliş  nivîsîn û tomarkirina dîrok û keltur û çanda Êzidiyane di çarçovê rewşenbîriya Kurdî da û zengîn kirina Pertûkxaneya Kurdistanî ye, ji vî pirensîpî kar di vî çarçovey da hatîye kirin.

Li dor vê yekê Dawid Xetarî Berpirsê pişka Vekolînan li Desteya Bilinda Bingehê Lalişji bo Tora Laliş ya ragehandinê got; Piştî kongirê çardê yê Desteya Bilinda Bingehê Laliş  û dest bi karbûna me li pişka vekolînan  me bizav kirîye ewa girêdayî çand û dîrok û rewşenbîriyê be were tomarkirin û nivêsandin.

 Berpirsê pişka Vekolînan li Desteya Bilinda Bingehê Laliş di berdewamîya axiftina xweda got; ji ber vê yekê neha çar ji weşanên here giring yên nivîser  û vekolerên di qada rewşenbîriyê da me weşandîne ku birîtî ye ji çar pertûkên bi nirx û beha di hembêza çanda Êzidînasiyê û Kurdîyatiyê da.

 Xetarî ew çende jî anî ziman: Pertûkên hatine weşandin bi zimanên (Erebî û Kurdî) û ji alîyê nivîserên nav û dengê nava qada nivîsîn û belafkirinê da  û li jêr  evan nav û nîşanan :

  1. Sîyaseta Birîtanî beramber Kemîneyên olî li Îraqê (1914, 1941)  D. Adnan Zeyan Ferhan
  1. Peyvên Kurmancî di zimanê xelkê Başîk û Behzanê da (Ereb Şingalî)
  1. Têgehê xwedawendîyê li cem Êzidiyan, Zeredeştiyan, Sabiyên Mendayî (D.Henan Nurî Elyas
  1. Hindek vekolîn li dor edeb û rewşenbîrîya Kurdî (Hecî Cehfer).

 

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi