28’ê Tebaxa sala 1979’an bû. Xumêynî û serokomarê demê yê Îranê (E. Benîsedir) fermana kuştina kurdan wek karekî helal, meşrû û ji pasdarên xwe re tevkujiya kurdan wek wezîfeyeke milî-dînî dabûn diyarkirin. Ev di dîrokê de wek “Cihada Xumêynî” bûyereke naskirî ye. Li dijî kurda ji erd û esamanan şer dest pê kiribû, lê ji hêlekê de dayikên kurd zarokên xwe bi singê xwe ve girêdan û li hemberî tangên komara “wehşet û terorê” li ser cadeyên bajarên Bane, Sine, Merîwan û hwd rûniştin û ji hêla din jî peşmergeyên qehreman Kurdistan kiribûn goristana wan mislmanên fenatîk ku bi kuştina heft kurdan mifteya çûyîna cenetê jî di stûyê wan da bû. Kurda bi berxwedana xwe destana Kela Dim-dim ji nû ve zindî kiribûn. Ew ne ji axa xwe reviyan û ne jî destûr dan ku hema wisa hêsan hêzeke bêgane welatê wan dagîr bike.
Duh dema ku min li dîmenên reva kurdên Rojava ber bi başûrê Kurdistanê ve temaşe dikir, ew rojên reş hatin bîra min ku di sala 1991’ê de kurd neçar mabûn ku ji destê baasiyên cinayetkar ber bi Îran û Tirkiyeyê ve birevin. Bajarên Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî, Dihok û hemû deverên din bi yek carî ji kurdan vala bibûn. Partî û rêxistinên kurdan li başûr ketibûn ezmûnek mezin û dîrokî. Propagandeyên wan bi armanca veger û berxwedana gel bêsûd bûn. Jiyan ji hev hilweşiybû û her roj bi sedan kes ji birçîtî û nexweşiyên cur bi cur dimirin. Cîhan ji rûdana tirajêdiyek wiha mezin sosretgirtî mabû. Ger diyarkirina xeta 36 nebûya, erdnigariya başûr bi yek carî ji kurdan vala dibû. Yanî demografiya herêmê bi sûdê nîjadperestên ereb li Iraqê dihate gûherandin. Pilanên heyî bi “teirîb û enfal” an vala derketibûn.
Piştî çend salan dîrok careke din xwe li me dubare dike. Kurdên rojavayê Kurdistanê bir bi bir bajar û gundên xwe vala dikin. Siyasetmedarên hakim li Sûriyeyê ji salên 60’an heya berî du salan dixebitîn ku bi riya proja “Kemerbenda Erebî” siyaseta xwe ya helandinê bigehînin xeta dawiyê, lê ew bi ser neketin. Partî û rêxistinên me yên Rojava li şûna ku bi hevgirtina xwe karekî bikin, bêtir li dijî hev diaxivin. Hinek ji hikûmeta başûrê Kurdistanê nûçe û diravê mehane distînin û akinciyên hotêlên pênc stêr in, hinek jî berdewam li dijî hev antîpropagandeyan dikin. Kurdistan ji kurdan vala dibe, ew jî li ser mercên bêwate di cihana mejiyê xwe yê biçûk de ne û wek bav û kalan dibêjin: “Di guhê ga de razayî ne”.
El-Qaîdeya bi xwîn, agir û wêraniyan dixwazin herêmê ji akinciyên wê yên çend hezar salî vala bikin. Tirkiye, Îran û çendin welatên din yên ereb bi hemû dirav û îmkanên din hevkariyê didin vê koma terorîst. Mixabin rêxistinên kurdan bi giştî li dijî vê tirajêdiya dîrokî ne xwedî stratêjiyeke hevpar in û ne jî di piraktîkê de karekî dikin ku îradeya kurdan ya li dijî dijmin bihêztir bibe.
Di şert û mercên îroyîn de reva ji axa bav û kalan nikare pirsgirêkên jiyanê li rojavayê Kurdistanê çareser bike. Pir pêwîst e ku birêveber û beşdarên kongira netewî riyeke çareseriyê ji vê pirsgirêka mezin re peyda bikin. Armanca yekê a Cebhet El Nesir ew e ku axa kurdan vala bike. Pilanên wan dûr û dirêj in. Li pey vê reva mezin ew ê karên din jî bikin ku çavê kurdan ji bo vegerê bitrsînin. Her wiha ew dixebitin ku agirê nakoyên di navbera rêxistinên kurdan de gurtir bikin. Ger em kurd bi xebateke aqilane û siyaseteke netewî nebin yek, terorîstên radîkal û îslamî dê Kurdistanê bikin qada tevkujî û fermana kurdan. Di stran û çanda me ya kevnar de li ser veger û parastina welat gelek çîrok û stran hene. Ji bîra min naçe ku li dijî reva ji welat her dem qêrînên mamosta Mezher Xaliqî li her derê belav dibûn: “Egerême min bo welatekem. Dujmin pêy xoş bêt ya pêy naxoş bêt…”
Werin di vê pêvajoya dîrokî û girîng de bila êdî ne dîroka me dubare bibe û ne jî poşmanî bibe para me. Ger îro em xwêdana eniya xwe nebînin, ew xwêdan dê rojekê tev bibe hêsir û şilatiya çavên me.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
