July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

HEVPEYVÎNA BI ŞÊX SEBHI NEBO RA LI SER PİRSGİRÊKA BİKARANÎN ANJÎ NEGOTİN XEBERA XİRAB E BEŞA 2

HEVPEYVÎNA BI ŞÊX SEBHI NEBO RA LI SER PİRSGİRÊKA BİKARANÎN ANJÎ NEGOTİN XEBERA XİRAB E BEŞA 2

Kemal Tolan: Min ji bo bernama danasîna Êzdiyatiyê, ji zane û ilimdarê Êzdîtiyê yê rêzdar Şêx Sebhi Nabo xwast ku, ew pêşîn hinek kesayetî, zanîn û ilimdariya xwe bi me bidî naskirin û dûra jî li gorî ilimzanina xwe ji me ra bibêje, ka çima pêşîyên me Êzdiyan evqas di jiyana xwe de giringiyeke pir taybetî dahne ser ne gotina vê xeber/peyva (Şe…………..) xirabe neqenc û çima gava hinek vê peyvê dibêjin, em Êzdî xwe acis dikin?

  • Şêx Sebhi Nabo: Ez destpêkê destxweşiyê û pîroziyê li karê we dikim. Ez Şêxê Şêxmendiya ji xelqê Basufanê ya herêma Efrîn ê me. Ez eva bîst salan li Almaniya me.

Li ser mijara xeber/peyva (Şe…………..) xirabe neqenc jî weke di vê sebeqeyek ji qewlê me yê pîroz de hatiye gotin dibêjim,

bi sedan bîr û bawerî cûde cûde hene. Her miletek û dînekî bîr û bawertiyên xwe hene. Tiştê girîng meriv bi însanetî hevdû qebûlbike, bila her yek li ser rêya xwe be. Bila yek îbadeta kevrekî bike, lê bila wî kevirî neyne li serê cînarê xwe de lênexe. Gava merivek bibêje, xwarina vî çênabe em bixwin û Kuştina vî helale. Ev tişta li cem me Êzdiyan nîne.

Gorî baweriya me, em Êzdî gotinên ne qec ji însanekî ku zerar li me nekiriye ra nabêjin. Em dibêjin, xêr û şer ji dergehê Xwedê tê. Lê çawa?

Xwedê aqil, nefs û însan daye. Gava înasn li pey aqilê ku Xwedê dayî yê here, wê tiştê rast bike. Însanê bê aqil be gazin jê nabin. Gava însanê bêaqil di hukumetê de jî şaşbûnekê bike, ti hikim û ceza li ser wî nayê birîn. Însanê biaqil jî gereke li pey aqilê xwe here û li pey nefsa xwe nehere. Em peyva bor di nav baweriya dînî de bikartînin û ew jî tê wateya hespê nefsê.  Gava meriv li hespekî siwar be, divê hevsarê wî hespî jî di dest meriv de be. Meriv hevsarê hespê bernede. 

Sebeqeyek di qewlê me de kerem dike û dibê,

“birano heke te bor bi ter bû

Laqab û hevsar li ser kerb û kerb û

Borê te hemû werga bi kerb û„

Gereke hevsarî borê meriya di dest meriya de be. Încar gava Adem ji cinetê dertê, di sebeqeyeke Qewlê silavê cara de keremdike dibêje,

Ya Melik Fexredîn, wexta te Adem deranî ji bihiştê

Heke nav û ismê te ne digihîştê

Hawa ne dibû ji piştê.

Vêca me îman ji qewle, gor bîr û baweriyê me. Wexta ku erd dike çêbibe, erd çênedibû û ne dirûstbû.  Lewma qewl dibêje,

bahdî bi çend salî bê jimar e

erdê bixwe nedikir heşar e

heta Laliş mahmed di navde dihinar e

Laliş ku dihate, li erdê kesk pê dibû nebat e

Pê zeyînî çiqas kinyat e

Go kaniya dizeyînî, çar qismet (ba, ax, av û agir e)

Li her bineciyê qalibê Adem pêxember jê dinejine – Qalibê Adem Pêxember jê çêbû)

Li înê danîn esase, li şemiyê kirin xelas e

Bahdî hefsed sal qalib maye bê rih e.

Dibê ji rih ra gotin:

Tû çima naçî nav e?

Rih go, ba aşiqa mahlûme,

heta ji banî ji bo min neyê, şaz û qudûme

nîveka rihê û qalibê Adem pêxember zor tuxune

Li gorî qewil de berdewam dike û dibêje,

Wexta te Adem li bihiştê digêra

Heke nav û ismê te tinebuya pêra

Adem şaş ne dikir ew çêra-

Ev tê wê wateyê ku, rih xwastiye sed salî di cinetê de bimîne û ev xelata rihe. Gava wahda sed salên Adem di cinetê de xilas buye pê ve, divabû Adem ji bihiştê bêye derxistin û „çêra „ nayê mahneya wê peyva ku em nabêjin. Adem acisdibe ku, wextê sed salî wî diqede û ti kifirî nekiriye. Gava Adem ji bihiştê derdikeve, digrî wek ava firat sitêrk ji çavên wî tên . Emîn Cibraîl bi navê Melik Fexredîn Adem ji cenetê derxist û di peyra hêja Hawa ji parsuyê wî çêdibe. Baweriya me ev e. 

Vêca heke hinek bawerî û kesnî din wê peyvê li ser ê Adem ji cenetê derxistiye dibêjin, em bixwe nabêjin û em şerê miletê ku dibêje jî nakin. Kî çi bawerdike û bibêje , ew fikir û ramanê wan e. Eger xêre bila ji wan re be û eger şere jî bila ji wan re be.

Lê gava ew wê peyvê ji me ra dibêjin, ew me û hêza Xwedê pê piçûk dikin.

Dîsa sebeqeyek keremdike û dibêje,

dêjme we xwedanê ciya

gava ûn bikin êliya

ka bizanibin, Tawisî Melekî nav şêrîn kiye?

Ew bû carek ji cara  Tawisî Melek wahide li qahar e

Serî hilêlê nûr sitar e

Xwedê heye nûra nûran e

Ji qudretê dike beyan e

Erd û erş û ezman e

Xwedê navê xwe kir e

Tawisê mêran e

Sebeqeyeke din keremdike û dibêje,

Tawisî min î mêran e

Xaliqê erd û ezman e

Tawisî min î milyaket e

Xaliqê heftê û dû mileta û heştê hezar xulyaqeta

Vêca hat fahmkirin Tawisî Melek kî ye?

Sebeqeyeke din dîsa keremdike û dibêje,

Ewin her heft Melekên kebîr

Berî xasan û çendî bedîl

Sekinîne li kaf, qeyser û hizreta melekê kebîr (Tawisî Melek e)

Dîsa sebeqeyek ji qewlê texta(yê mifta heftê qewlî ye) keremdike û dibêje,

Padşê min textê nûrî çêkir

Padşê min mesken têkir

Seyîrî, seyran lê kir

Textê Melekê kebîr 

Textê ku ew lê dibû mîr

Vêca bala xwe bidinê,  eger ev peyva li ser Tawisî Melek be, Tawisî Melek ji nûra Xwedê ye. Nûra Xwedê ya ewilî zêdebuye, ji  wê nûrê heft Melek çêbûne. Navê Tawisî Melek dihere ser heft Meleîka.

Êdî weke sedemên ku di qewil de diyar dibe çênabe, ne laîqe, em li ser dûrê navê Xwedê û Melekan tiştekî ne laîq li ser însanekî bibêjin.

Vêca ji me ra dibêjin wekî hûn nabêjin û çima hûn xwe acis dikin?

Acisbûna me ne ji ber ku Melaîkekê şerê ye, ji xwe di baweriya me de Melaîkê şerê tûne. Em dibên Xwedê her heft Milyaket ji nûra xwe afirandine. Vêca heqaretê dikin, me pê acis dikin û dixwazin îmana me bi vê kiryara xwe kêm bikin. Em rêz û ihtiramê didine her dîn û baweriyekê û bi taybet jî îhtirama cinarê xwe dikin. Lewra dixwazin her kes rêzê li milet, heval û cînarê xwe bigre. Bila bizanîbin ev baweriya li cem nîne. Em acisdibin, gava ew li ser Melaîkekê dibêjin û eşkere dikin, ji ber ku Melaîk Adem ji bihiştê dersxistiye lewma dibêjin.

Em dibêjin, her miletek û dînekî bîr û baweriyên xwe hene. Tiştê girîng meriv bi însanetî hevdû qebûlbike, bila her yek li ser rêya xwe be. Kî îbadeta çi dikin bila bikin, lê ya girîng ev ku, ew xirabiya cînarê xwe nekin, şerê hevûdinê neke û meriv hevûdinê qebûl bike. Kî çi dibêje azade, lê divê gotin bi ihtiram be.

Dîn tiştê esasî xofa Xwedê ye. Ku xofa Xwedê bi mera ra hebe, wê însanetî jî hebe. Her însanekê bîr û baweriyên xwe cûda hene. Qewlê me yê pîroz de tê gotin,

„Xelqo bifikire vî ezmanî,

Padşê min esas çêkir, hed û sed danî

Aqil hîdayet*a wî Siltanî

*Aqil hîdayete (dirûstî, heqî, heqîqet, rastî, rêya rast –k.to.-) e.

Qewlên me yên pîroz hîn gelek mînakên dinê li ser vê mijarê pêşkêşdikin. Yê tamam Xwedê û Şîxadî ne. Bila her însan bizanî be, Tawisî Melek îmana mêrê Êzdiye. Pêşiyên me bi hezarên salan li ser vê baweriyî bûn. Eger Xwedê û Tawisî Melek bibêjin erê, em ê jî li ser vê baweriyê bimînin.

Ez hêvîdikim zane û rewşenbîrên me pirsan ji ilimdarên xwe bikin û hûn bikaribin van reşîyên ku têne ser nûra Xwedê şîrovebikin… “*

– Kemal Tolan: Belê şêxê min, ez jî tevî van nêrînên te dibim û hêvî dikim ku, ev xizmeta me ya bi tevaya ilimdar, feqîr, şêx, qewilbêj û rêzdar Şêx Sebhi Nabo ra, wê bive ronayiyek, têkeve dilên rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî, „Înstîtut”, ”Orientalistik,” “Akademî” û hemû rêxistinên Kurdî, Mîr û Civata rûhanîya Êzidiyan.” Ew jî nehêlin êdî, ti Êzdî, pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan, ramanvan, dîroknivîsar, oldar û desthilatdarên cîhanê û welatê me, di gotar, nêrîn, lêkolîn, arkolojîk, roman, dîrok, berhem, ragihandin û hwd. xwe de, vê gotina xebera xirabe-neqenc ku bi (Şe………..) destpê dike, di nav axaftin, dezgeh, çapemenî, sazî, ragihandin, rêxistin, mal û komelên xwe de bikar bihînin.

Xwedê û Şêx Mend ji birayê rêzdar şêx Sebhi Nabo razî bin, spas ku ew di bersivên xwe de kevnariya baweriya Êzdiyatîyê zelal dike!

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê 29.11.22

*Çavkanî:

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02Uhs6irxxW4d9aJbARGrSSgvaYzGSnJGKYNmhyFZZHPdSeeKUBeJ4WKbD7cBJHw8Gl?notif_id=1669692170611349&notif_t=feedback_reaction_generic&ref=notif

û

https://www.facebook.com/KemTolan/videos/479324337028747

Kemal Tolan, ev di „Êzdiyatiyê ji Ilimdaran û Zanan Nabbikin“ 2023 izmir – rûpel : 85-93 de hatiye weşandin

https://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/product&product_id=230&search=Kemal+Tolan&description=true

 

CH

795863851615065

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi