July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan:Tevaya komkujiyên ku li Kurdistanê pêkhatine șermezar dikim û hemû cangoriyên Êzdîxan/Kurdistanê bibîrtînim .:

Kemal Tolan:Tevaya komkujiyên ku li Kurdistanê pêkhatine șermezar dikim û hemû cangoriyên Êzdîxan/Kurdistanê bibîrtînim .:

Mixabin “ zane, rewşenbîr, siyasetmedar, oldar, birêvabirên mal, komel, rêxistin û medyayên” Êzdiyan nikarîbû di van neh salên di ser fermanê Şengalê yê 03.08.2014 de derbasiyî de jî bibine yek

Hêvîdikim “dost, dilxwaz û hevalen “ me neviyên Kurdên ku, her gav ji bo azadî, demokrasî û serxwebûna Kurdistanê “serê xwe dane û sirra xwe nedane “ dujminên ol, çande, ziman û dîroka Kurdan jî , erka xwe ya mirovatiyê bînine cîh û alîkariya xwe ya bi Êzdiyên ku, di kampan de û koçberbûne re berdewam bikin.

Berpirsyarên hemû sazî û dewletên ku, jenosîda Êzdiyan ya 03.08,2014 naskirine baş lêkolîn bikin ,
ka ew alîkariyên ewan ji bona dermankirina birînên ku, hêza DAÎşê di bedena tevaya Ezdiyan û bi taybeti jî di dilên Ezdiyen herema Şengalê de vekirine derman bikin, ji berpirsyarên hukumeta herêma Kurdistana Başûr û dewleta Îraq a federal ra şandine, ji bo berjiwendiya kîjan maxdûrên Êzdî û ewlekariya deverên Êzdiyan hatine bikaranîn?

Her wusa ew daxwaz ji berpirsyarên Dewletȇn Yekbuyî yên Amerîkayê(DYA) , tevaya neteweyȇn NATO’ê û welatên cîhanê bikin,
ezmanê herêma Șengalê ji bo hemû balefirên dewletên cînar qedexe bikin û ew di dadgehên dewletên xwe de doza mafê azadî, rizgarî û xweseriya Êzdiyan , li wan berpirsyarên dewletên cînar, hêzên Kurdan û dewleta Îrqa Federal , yên ku bûne sedem hêza dewleta îslamê(DAÎş)ê bikaribin Êzdiyan qirbike vekin.
Ew hemû kes û hêzên musilman yên ku , di wextê fermanê 03.08.14 de li Şengalê dijiyan û alîkarî dane DAÎŞ ê,
vanên ku eva serê neh salan derfetê nadin ev Êzdiyên ji ber fermanê 03.08.2014 an rizgarbûne, ji nav kampên penaberan derkevin, ew birînên xwe bi alîkariya piştevanan û bi destên xwe derman bikin , vegerine ser mal û milkên xwe , di dagehên dewletên xwe de cezabikin.
Ew derfetan amade bikin ku , Şengal di başûrê Kurdistanê de bibe weke parêzgeheke Êzdîxanêye otonom.

Ji Xwedê lavan dikim ku , ew me Kurdan û bi taybetî hemû maxdûrê fermanê Şengalê zû ji bin destên dagirkir û ol/nijadperestan rizgar bike!

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi