June 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Îbrahîm GUÇLU: Avabûna Otonomiya Kurdistanê, berdewamiya Komara Kurdistanê ye…

Avabûna Otonomiya Kurdistanê, berdewamiya Komara Kurdistanê ye…

Îbrahîm GUÇLU

Meha Adarê ji bona me kurdan û neteweya kurd meheke gelek girîng e. Di Dîroka Neteweya Kurd û Kurdistanê de, di vê mehê de bûyerên gelek xweş û nexweş qewimîne.  11 Adara 1970yî di dîroka neteweya kurd û Kurdistanê de  rojeke xweş e. Neteweya Kurd, li Başûrê Kurdistanê di 11ê Adara 1970yî de  di bin serokatiya KDPê û Serok Mele Mistefa Barzanî de zora Dewleta Iraqê û Baasê bir, Dîktatoriya Baasê mecbûr bû ku bi kurdan re li hev bike û peyman çê bike.

Wek tê zanîn Kurdistan û neteweya Kurd piştî Peymana Lozanê (1923), bû çar parçe, her parçeyeke Kurdistanê ket bin bandor û îşgal û kolonyalîzma çar dewletan: Dewleta Tirk, İranê, Sûriyeyê, Iraqê.

Li Kurdistanê hemû mafên neteweyî yên neteweya kurd, hatin qedexe kirin û xesip kirin. Li hemberî îşgal, ilxak, kolonyalîzma her çar dewletan, ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê û qezençkirina mafên neteweyî li her parçeyeke Kurdistanê berxwedan û serhiladan pêk hatin.

Başûrê Kurdistanê jî navenda serhildanên neteweyî bû. Barzaniyan di serhildanên neteweyî yên li Başûrê Kurdisranê xwediyê roleke girîng û sereke bûn. Barzaniyan her dem ji bona ku kurd li Kurdistanê desthilatdar û serwer bin, xebat kirine. Beriya Komara Mehabadê bê ava kirin, Barzaniyan dîsa li Başûrê Kurdistanê di nav serhildanekê de bûn. Hezar mixabin ew serhildana bi şideta dewletê şikest xwar, Mele Mistefa Barzanî û Hevalên wî û grubek pêşmergeyên qehreman çûbûn li Rojavayê Kurdistanê bi cîwar bibûn.

Îran jî di şerê Cîhanî yê 2emîn de ji aliyê Emerîkayê û Engilîstanê û Yekîtiya Sovyetan ve hatibû dagirkirin. Yekîtiya Sovyetan dixwestin ku li hemberî du dewletên emperyalîst xwe xurttir bikin. Loma jî, ji bona ku kurd û azerî bibib hevalbendên wan bin,  hewil dan. Encama vê hewildanê Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava bû.

 Komara Mehabadê ya Kurdistanê, bi beşdariya berpirsiyariyên hemû beşên Kurdistanê ava bû. Serokê Neteweyî û Efsanewî Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî , di avabûna Komara Kurdistanê de xwediyê rolekî mezin bûn. Loma jî Mele Mistefa Barzanî bû wezîrê berewanî û serleşkerê Komara Kurdistanê. Bi her awayî ket bin xizmeta Komara Mehabadê.

Hezar mixabin piştî ku  Yekîtiya Sovyetan, Emerîka û Îngîltere di derbarê parvekirina dinyayê de li hev kirin, biryar dan ku dagirkeriya Îranê dawî bînin. Yekîtiya Sovyetan encama wê peymanê li Komara Mehabadê xiyaneteke mezin ki. Komara Mehabadê ya Kurdistanê bê piştgirî hişt û Dewleta Kolonyalîst ya barbari  li hemberî Komarê êrîşeke hovane dest pê kir. Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û berpirsiyarên Komarê biryar dan ku ji bona ku li Kurdistanê qetlîamek nebe, şier nekin.

Lê Qazî Mihemed ji Serokê Neteweyî Mele Mistefa û hevalên wî daxwaz kir ku ew xwe teslîmî Dewleta Îranê nekin. Wê demê Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî di dawiya sala 1946an de biryar dan ku derbasî Yekîtiya Sovyetan bibin.

Hezar mixabin Yekîtiya Sovyetan jî li hemberî wan siyaseteke neînsanî  meşandin û hiqûqa penaberî ji bona pêk nehat. Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî di şertên gelek zehmet de jiyana xwe li Yekîtiya Sovyetan meşandin.

Di sala 1958an de li Iraqê Ebdûlkerîm Qasim derbeyeke leşkerî çêkir û desthilatdariya Iraqê xist destê xwe. Wê demê biryar da ku li Iraqê bi kurdan ve Iraqê jinûve ava bike û makezagoneke nû çê bike. Ji bona vê jî wek temsîlkarê neteweya kurd li Başûrê Kurdistanê ji Serok Mele Mistefa Barzanî daxwaz kir ku vegere Iraqê û di Iraqa nû de Kurd jî û liser navê kurdan ew û PDKê jî avakar be.

Serok Mele Mistefa Bazranî ev vexwendain û daweta Hikûmeta Iraqê erênî bersîv kir. Di sala 1958an de ew û hevalên xwe vegeriyan Iraqê. Vegera wan li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê û li hemû beşên Kurdistanê tesîr û bandoreke pozîtîf çêkir. Di nav kurdan de şiûreke neteweyî xurt qewimand.

Li Iraqê di çêkirina makezagona nû de Serok Mele Mistefa barzanî û PDKê bû teref. Di Makezagonê de hat pejirandin ku Iraq ji du netreweyan (Kurd û Ereban) ava dibe. Li Iraqê jî du zimanê fermî (Kurdî û Erebî) dê di jiyana civakî, siyasî û perwerdeyî de bê meşandin. Kurdistan  dê otonom be.

Hîç şik tune ye bê şer ew maf wergirtin qezeneceke mözin ya neteweyî bû. Lê dîsa jî Serok Mele Mistefa Barzanî û berpirsiyarên PDKê rewşa Iraqê stabilîze nedîtin û dizanîn ku guhertinên negatîf (neêrênî)  her demê tên rojevê. Loma jî çûn li Kurdistanê xwe li hemberî êrışa Dewleta Iraqê anade kirin. Jiyanê jî ew tespîtan wan mixabin rast derxist. Di îlona 1961an de Dewleta Iraqê li hemberî Kurdistanê û PDKê şer û êrîş dest pê kir.

Li hemberî êrîşa Dewleta Iraqê Serok Mele Mistefa Bazranî û PDKê bêdeng neman, dest bi Şoreşa Neteweyî ya îlonê kirin. Di navbera herdu terefan de ereb û kurdan şerekî gelek dijwa, li gelek herêman dest pê kir. Yekîtiya Sovyetan bi xurtî piştgirıya xwe ji dewleta Iraqê û ji Rejîma Baasê û Seddam re domand. Lê Dewleta Iraqê nikarî zora gelê Kurdistanê û pêşenga gelê kurd PDKê bibe. Serok Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyên qehreman yên PDKê, zora Dewleta Iraqê û Rejîma Baasê bir.

Dewleta Iraqê ya Kolonyalîst û Rejîma Baasê ya Faşist di 11ê Adara 1970yî de mecbûr bû ku bi Kurdan û PDKê û Serok Barzanî re Peymana çê bike. Cara pêşin bû ku kurdan bi şer zora Dewletê û Rejîma Baasê biribû.  Loma jî Deglerasyona 11 Adarê hat pejirandin. Neteweya kurd li Başûrê  Kurdistanê di nav statuya otonom de desthilatdar û serwer.

11 Adarê ji bona kurdan bû Roja Cejna Neteweyî.

Aavabûna Otonomiya Kurdistanê, berdewamiya Komara Mehabadê ya Kurdistanê û serihildanên neteweyî yên li hemû beşên Kurdistanê ne.

Otonomiya Kurdistanê di heman dem de ji bona Şoreşa Gulanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê jî bû bingeh.

Diyarbekîr, 13. 03. 2023

BasNews

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi