July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hevpeyvîna bi rewșenbîr, nivîskar û mamosta Pîr Xidir Silêman ra

Hevpeyvîna bi rewșenbîr, nivîskar û mamosta Pîr Xidir Silêman ra

Kemal Tolan- berhevkar û xemxwarê Êzdîtiy

Belê ev hevpeyvîna ku min li ser nasîna kesayetî, bîranîn, nȇrîn, pirsgirêk û parastina Êzdîtiyê, di 24.01.2010 de li „Mala Êzdiyan Oldenburg“ê bi rewșenbîr, nivîskar, mamoste û pîrekî me Êzdiyan yê gelekî hȇja Xidir Silêman ra tomarkirî, heta niha bi dîmen û deng pê ve di ti berhem/medyayekê de ne hatiye weșandin.

Birêz mamoste Pîr Xidir tû dikarî ji me ra bibêjî, ka nav û paşnavên we çine?

-Ser çavan mamoste Kemal, tû jî karekî pîroz li ser warê Êzdînasînîyê dikî.

Ez Xidirê Pîr Silêman sala 1952 yê li Êsifnê ya li ser qeza Şêxan ji dayîk bûme.

Pîrê min, gava yek ji te bipirse, dîn û tarîqata te çiye tû yê çi bersivê bidiyê?

-Ez bi serfirazî bibêjim, weke min ji bav û kalan xwandiye, ez Êzdî me û ji çîna pîrê Cerwan im. Pîr Cerwan pîrê Şîx Adî bû.

Mamoste zimanê we yê dayîkê çiye?

-Zimanê me, zimanê dînê me ye û em bi zimanê kurdiya zaravayê kurmancî dipeyîvin.

Pîrê min, tû bawerdikî ku zimanê kurmancî yê Êzdîtiyê ye?

-Belê, kurmancîya jorîn diyalektê Kurdî yê herî mezine. Tevaya Qewl, beyt, diha û drozên me bi vî zaraviyê kurmancî ne.

Pîrê min, miliyeta te çî ye?

-Eşkere ye em Kurd in, kurmanc in.

Navê cîh, war yanî welatê we çî ye?

-Em ji qeza Şêxan ya nêzîkî Lalişê, ku li başûrê Kurdistanê û dibêjinê Kurdistana Iraqê ne.

Pîrê min tû dikarî mînakeke acsiya ku, ji ber berxwedanên we yê Êzdînasînê û lêkolînên li ser Êzdiyatiyê hatiye serê we ji me ra bibêjin?

-Bi rastî gelek tengasî hatine serê min, bes ez hergav ji xwe ra dibêjim, bav kalê me ev dîna û zimanê şêrîn bi xwîna serê xwe ji bo me parastine. Tiştê ku ez gelekî pê tengavbûm, wextê min xwast qewl, diha û beytên Êzdiyan dokument bikim û binivîsinim, dîndar û sûmbilêt me astengî ji bo min çêdikirin, digotine min, na gunehe û min pirtûka xwe di sala 1979 de li Bexdayê çapkir, ez gelekî pê acisbûm.

Wextê me centerê Laliş li Duhokê damezirand, dîsa gelek Êzdî, dîndar û sûmbilêt me pê acisdibûn. Lê niha ev zentra karê xwe yê rewşenbîrî, dînî dimeşîne û ez pê serfirazim.

Mamoste li gor dîtina te, merivê çawa bikaribe ji van gelek pirsgirêkên me Êzdiyan yên ku niha hene ra xwedî derkeve?

-Ev babetekî dirêje. Eşkereye Êzdî ji ber cora ji herêmên cûda cûda yên Êzdîxanê û Kurdistanê derketine. Ev ê hatine li hêra Ewrûpa, tabetmendiyên pirsgirêkên wan hene. Ez bi xwe weke Pîr Xidir dibînim, eger em ji wan  bîr, bawerî, urf û adatên ku bav û bapîrên me bi xwîna serê xwe û li ser singa parstine ra xwedî dernekevin, mixabin wê hinda bibin. Lewma divê em rewşenbîr jî li her welatê em lê xwe biguncînin. Ji bo ku nifşê me yê nû, li Êzdiyatiyê bi şanazî, zanistî li ziman û kulturê xwe  xwedî derkevin, em ne bi şêweyekî kilasîk û hişk bin.

Pîrê hêja, li gorî dîtina te Êzdîxan welateke, mileteke anjî navê ciyekî erdnîgariyê ye?

-Êzdîxan peyveke bi Kurdî ye dêrîndere. Êzdî weke xelq, xan jî weke cîh e. Ev zarava ji kevnde hatiye bikarînan, ji bo ew ciyê ku Êzdî lê akincîbûn. Welatê Êzdiyan perçeyek ji yê Kurdistanê ye.

Ji bo çi heta niha jî di beyta Şerfedîn de tê gotin,

„Cewabê bidine Kurdistanê,

bila qayînkin îmanê,

Şerfedîn Mîre li dîwanê„

Di vê sebeqê de jî xwanêdibe ku, Êzdîxan perçeyeke ji Kurdistanê.

Birêz Pîr Xidir, tû dikarî ji kerema xwe cardinê ji me ra cûdetiya di navbêna peyva Êzdîxan û Kurdistanê de çiye zelal bikî?

-Min got, Êzdîxan û Kurdistan dû peyvên Kurdî ne, berî salan.

Êzdîxan yanî ew ciyê ku Êzdî lê akincîn e. Welatê Êzdiyan

Kurdistan, Kurd milete û stan cî, war û welat e. Yanî Welatê Kurda. Êzdî pişkeke resenin ji miletê Kurd. Êzîdxan jî perçeyeke ji welatê Kurdistanê.

Ev jî di beyta Şerfedîn de hatiye gotin,

„Cewabê bidine Kurdistanê,

bila qayînkin îmanê,

Şerfedîn Mîre li dîwanê„

Hinek jî dibêjin:

„Cewabê bidine Êzdîxanê,

bila qayînkin îmanê,

Şerfedîn Mîre li dîwanê„

Niha weke dûriyek peyda dibe, evên dibêjen, „Cewabê bidine Kurdistanê, ….“ hinek Êzdî xwe acisdikin, dixwazin Êzdiyan ji Kurdan veqetîni û dibêjin, „cewabê bidine Êzdîxanê……..“.

Bi dîtina min, ev nêrîna ne wisaye. Ew Êzdiyên me yên ku piçekî hişk dibêjin, „cewabê bidine Êzdîxanê……..“  û nebêjin „Cewabê bidine Kurdistanê….“ ew xeletin.

Êzdîxan perçeyeke ji Kurdistanê, dilê Kurdistanê ye. Laliş bûka Kurdistanê ye. Her dû peyv hev tamam dikin. Ez xelqê Şêxan, bajarê Êsifnê me, ez carkeê ji Êzdîxanê û Kurdistanê me. Yanî herdû nêrîn jî yek mahne ye.

Gelek ji me Êzdiyan baweriya xwe bi ziman û kulturê xwe hene. Li gel rewşenbîr û siyasetmendarên Kurdantim bi serfirazî gotine, em Êzdî ne. Me xizmeta ziman, çand û kultura Kurda ya dêrîn kiriye. Em ji yek dînê kevnar yê miletê Kurdin.

Di van salên buhûrî de nêzîkî milyonek û nîv Kurd ji ber kotekî û zoriya dewleta Osmaniyan welatê xwe terkirine, çûne Rusatê, Ermeniya û Gurcistanê. Di nav wan  milyonek û nîv Kurdan de nêzîkî 21 hezar Êzdî hebûn. Urf, adat û dînê wî 21 yek hezar Êzdî li nik hinek Kurdan ne bi zimanê dînê wan bû. Piraniya van Kurdên ku wisa difikirîn, di nav Gurcan, Azerî û hwd. di rêya dîn û zewacê de heliyan, ziman û çanda xwe ji bîrakirin. Lê Êzdî, ew ê ku sêwî çûne wêderê, ji ber ku dînê wan bi zimanê wan bû, gelek zaneyên weke Erebê Şemo romannivîs, folklornas weke Heciyê Cîndî û hwd. jê peyda bûn.

Wekî dinê jî bi çend dehan Mîrekên Kurdan hebûn û niha tenê navên hinekan ji wan man e. Lê mîrgeha Êzdiyan hîn weke xwe maye. Çima? – Çinku dînê me hêla em ax û zimanê xwe ji bîranekin, em pîroziya ax û eslê xwe ji bîranekin…

Ciyê ji bo me Êzdiya yê herî pîroz Laliş heye. Axa li vê Lalişa Nûranî bi ava kaniya sîpî hatiye sitrayî. Li her deverê di berîka Êzdiyan de weke symboleke pîroz têye parastin. Li nik me Êzdiyan axa  Kurdistanê û Laliş ku kilîta Kurdistanê ye, hêjî ji her ciyî pîroztire. Zimanê Kurdî jî zimanê me ye, em şanaziyê pê dikin. Lewma qewl û beytê me jî bi vî zimaniye. Ji bo vê yekê, ji ber ku kultur û dînê me di xizmeta zimanê me de ye, ferze ku em Êzdînasîn û Kurdîniyê ve mijulbikin. Êzdiyatî di hundirê Kurdiyatiyê de dixemile. Di her dereke perçeyekî Kurdistanê de rihetî û demokrasî hebe, Êzdiyatî jî li wê derê bixemile. Niha jî mînak, başûrê Kurdistanê ku eva çend saleke nîvserbuxwiyeke lê heye, Êzdiyatî jî li wirê xemiliye.

Sihet xweş Pîrê min, li gor dîtina te, ziman tenê dikare olê bide xwedîkirin? Mînak, ku hinek zimanê xwe ji bîrabikin û bibêjin, em Êzdî ne, em dikarin wan Êzdî bihesibînin?

-Weke em dizanin, çend fakterên ku hebûna miletekî didine naskirin hene:

1-Erd, 2-Ziman, 3- Kultur û birewarî, 4 – Hest û şewrî.

Ferqa Kurdên Êzdî û Kurdên busilman.

Kurdên Êzdî ev herçar fakterên di xizmeta xwe de  pêkînane. Lewma min got, lîder û rewşenbîrên Kurdan jî wisa fqebûldikin, ku Êzdiyatî koka Kurdîniyê ye û Êzdî Kurdên resenên.

Mixabin niha carna jê rastî, mefêata polîtîkî û şexsî hatiye tevlîhevkirin.

Rastiyeke dîrokî heye, em Êzdî nikarin bêjin, em ne Kurdin. Em Êzdîne û dînekî me yê cûde heye. Em ji dîyanetekî Kurdistanê herî kevnin, ziman û netewa me Kurdî ye.

Ew ê dibêje, ez ne Kurdim, ew ji hewildanên siyasî ne û dibêje zimanê min Êzdîkiye. Bavkalên me beriya partiyên siyasî hebûn digotin, em Kurdin û Kurmancin.

Malî ava Pîrê min. Pirsa min li ser pêşerojê bû û ez di wê baweriyê de me ku,  zarokên me yên di rewşa civakeke nû de, wê ne weke me yên îro bi Kurdî bizanibin û Êzdiyatiya hingê wê ne bi zimanê Kurdî be. Gelo ev hizra min dirûste?

-Belê ez ê dubare bêjim, Êzdiyatî weke bîr bawerî û dîn faktereke ji wan faktorên min jimartiye. Belkî Êzdiyatiya li vir di nav teknolojiya pêşketî de, ne weke ya ser dema berê be. Le Êzdiyê li van walata bixwaze dikarin kultur û dînê xwe li gel zimanê duyê, di nav van malên Êzdiyan de biparêzin…

Başe gelek spas ku te wextê xwe ji bo vê hevpeyvînê veqetand û xizmeta te qebûl be rewșenbîr, nivîskar û mamostê Êzdiyatiyê yê gelekî hȇja Pîr Xidir Silêman!

 

-Gelek spas ji bo keda te jî mamoste Kemal 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi