Ez hiz dikim welatê xwe
Eskere Boyik
Ez hiz dikim welatê xwe, lê çi bikim welat hebs e, zindan e,
Kurdistana mine kubar meydana weş-guran e,
Ez jȋ sirgȗn serê van rêya, azadȋ pir giran e,
Azad nȋn e, me ra nȋn e, ax wêran e, wêran e.
Dijmin hov e, dijmin rik e, dijmin qetl e ȗ kȋn e,
Van neyarê bav ȗ kalan mecal li me birȋn e,
Diniya durȗ bêwȋjdan e, aliyê heqiyê kes nȋne,
Çaralȋ rê me girtine, neyar pirin, yek nȋne.
Welate min buhuşteke rȗ erdê ye pȋroz e,
Li vê kavla cihanê da dora wê tim dew-doz e,
Ketiye devê a’c-tiralê rojhilata qaf tarȋ,
Çemê me bi xȗnê dikşin, nava çiya da bahoz e.
Heykelekȋ mêrxwesa ne, welatê min tije keser-axȋn e,
Baxçê ruhê cangoriya ne, dilê me da, tim zêndî ye, hêşȋn e
Hêsir- giriyê dayîkên me, kaniyê çiya ne, çikandina wan nȋne
Ax, azadiya welatê min çiqas êş e, çiqas jan e, ewqasa jȋ şȋrin e.
Ez hiz dikim welatê xwe; hizkirina min çap nine,
ji durê ye, ji surê ye, batinȋ ye, hesîneke jorȋn e,
Eger xȗna evd paqij e, kes nikare wê ronayê vêsȋne,
Welatê min, wêrana min, dilê min da birîn e, ax birîn e…
20.06.2022
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
