November 21, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Sê qewmandinên ecêb ji jîyana ronakbîrên me

Sê qewmandinên ecêb ji jîyana ronakbîrên me

Bûyerên ha ji ber xwe va diqewimin

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Eznîva Reşîd û ermenîyên nûhatî

Eznîva Reşîd 27 salan bêjera (spîkêr, peyvkar) radyoya kurdî ya Rewanê bû. Bi radyoya kurdî her ro propaganda dihate kirinê, ku welatê Sovyetistanê welatê cihanê yê herî xweş e. Ermenîyên kurdîaxêf jî guh didane radîyoya me û ji welatên cihê-cihê bi mal û malbetan va vedigerîyane welatê kal û bavan – Ermenîstanê. Demek derbaz dibû, hinekan texmîn dikirin ku derew li wan hatîye kirin û welatê wan qet ne xweş e û digotin:

-“Sûc hemî yê Eznîva Reşîd e, me guh dida radyoya kurdî û bawerîya xwe bi gotinên wê anî, em vegerîyan û me mala xwe bi destê xwe xirab kir”.

Helbestvanekî me û xwendevanekî kurd

Rojekê xwendevanekî kurd helbesteke şairekî me dixûne, tê da çend gotinên kurdîya paqij dibîne û şikê dibe, ku ew helbestvan van gotinan nizane, lê ji cîyekî hildaye. Difikire, dibêje ku belkî ewî ew helbest ne nivîsîbe, lê yekî zane jê ra nivîsîye û ewî jî bi navê xwe çap kirîye, pirseke wa didê:

-Min di helbesteke te da gotina ”buhuşt” xwend. Gelo ew tê çi maneyê?

Helbestvan bi xwe jî nizane ew gotin tê çi maneyê, lê ji bo bersîvekê bide, wa dibêje:

-Filankes, eger tu gotina ”buhuşt” nizanî tê çi maneyê, îdî ez bi te ra çi xeberdim?

Wergervanê radyoyê û xayîntîya wî

Dema sala 1981ê ez bûme berpirsyarê beşê yê radyoya kurdî ya Rewanê, ev yeka ne bi dilê wergervanê radyoyê bû. Û ewî ber dewletê bi resmî şikyat kiribû û gilîyê min kiribû, ku ez bi 12 komele û rêxistinên kurdî yên Ewropayê ra hatime girêdan. Wan salan jî bi rastî qedexe bû, ku yekî Sovyetistanê bi biyanîyan ra bikeve nava danûsitendinan, ew jî bi rêxistin û komeleyan ra.

Di xanîyê radyoya Ermenîstanê da ser vê meselê lêpirsîn çê bû. Gava ji min pirsîn, rast e ku ez bi 12 komele û rêxistina ra hatime girêdan, min bersîv da, got:

-Na, ne rast e, ji ber ku malûmatîyên wî kesî yên kevin in. Niha danûsitendinên min bi 17 rêxistin û komelyên kurdî yên Awropayê ra hene!

Riataza.com

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi