December 06, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa I 

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa I 

Kemal Tolan birayê rêzdar Pir Xelat Elias, weke ku ez agahdar bûm e, cenabê te hîna ew pirtûka min „Gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“-2012 izmir ê* derketiye ne xwandiye.

Lewma jî ez ji te birayê xwe yê rêzdar Pir Xelat Elias, hêvîdikim tû weke micêwirê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê, bikaribî bersiva van pirsên min, yên li ser çareserî û zelalkirina pirsgirêka gotina xebera neqenc , ya ku gelek ji me Êzdiyan bilêvnakin, naxwazin tu kes jî li ba wan anjî di çapemenî û mediya Kurdî de bibêjen bidî.

Birayê rêzdar Pir Xelat Elias li gorî dîtina te, çima lêkolîn û agahîyên ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên Kurdan û dagirkerên Kurdîstanê,  li ser dîrok û rastiya ola Êzdiyatiyê nivîsandine , rastiya jiyan, fikr û ramanên pêşiyên me Êzdiyan ne dane xwanêkirin ?

 

Pîr Xelat Elias – Belê raste ev tişt heye û li gorî min dû bersivên vê pirsê wehan in:

A             Da binyata wan bêye veşartin û kesek nizanibe ku binyata wan Êzdî ne. Di Êzdîtiyê de wan Xwedê nasî ye û îro ola xwe guhurîn.

B             Ew hizir û bîrên ku Osmaniyan xistine serê bav û kalên wan bi cîhbînin û pêxemberek hebe xwe bigihîninê, ew jî Zeredeşt e xwe pêve girêdidin.

Lewma heta îro Êzdîyatî ne dane zelalkirin.

Birayê rêzdar Pir Xelat Elias bi dîtina te, sedemên ku gelek şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, cerdevan, jendirme dagirkerên Kurdistanê û berpirsiyarên baylozxanên dewletên hevalbendên wan, bi fetwa û kampanyayên xwe hergav Êzdî  mîna eşqiya, diz, hov, haydut û hwd. dane xwanêkirin çine?

Pîr Xelat Elias – Raste ev buyeran heta niha jî berdewamdikin. Lê tiştê ku min jê fahm kirî , di dîrok û Êzdiyatiyê da jî diyardibe , ew jî dû bersivin.

A             Timaya cîh, mal û milkê Êzdiyan li wan kirî, bûye timaya zilm û zordaeriyê jî. Lewma ev ferman hemû bi serê me de anînine, heta em gihîştine vê qunaxa îro.

B             Nemana nav, rih û rîşalên ola Êzdiyatiyê . Heta niha berdewamin li ser wî kiryarê dijwar û xirab, ku ne evd qebûlbikin û Xwedê qebûlbike . Heke li dinya yê li ser wan mala, hesaba beşerî neyêkirin, heqiya Xwedê ,her waheye li axretê, ew cizayê xwe li wirê distînin.

Birayê rêzdar Pir Xelat Elias , li gorî dîtina te çima pêşiyên me ne diçûne nava gelek mal, gund û bajêrên nêzîkî xwe û pêdiviyên xwe yen ferz temîn nedikirin û ne dihîştin zarokên wan herine dibistana bixwînin.?

Pîr Xelat Elias -Li ser van kiryarên ku di wê demê de bi serê Êzdiyan ve hatî kirin , di belgenaman de diyar dibe û heke ev kiryaran îro jî bi serê bikin, em dîsa neçarin neçine  nava mal, gund û bajêrên nêzîkî xwe, pêdiviyên xwe yen ferz temîn nekin û zarokên xwe neşînine dibistanên wan.

Sedema ku ev şaşîtî bi Êzdiyan dikirin, Êzdî ol parêz bûn . Dema Êzdiyek biçûna nav gund û bajarên wan miletê bîyanî, ewan çêrên dijwar digotine Êzdiyan. Lewma Êzdiyan ji neçarî  xwe ji nav gund û bajarên wan dûrdixistin. Ama Êzdiyan kar û kerestin xwe di nav mal û gundên xwe de bi cîh dianîn, jiyana xwe ye rojane birêvedibirin , hêvî û şikirdariya xwe ji Xweda yê mezin dikirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi