October 12, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

‏Jibo hevgrtina dinavbera Êzidîa û brayên Ermen da

‏Jibo hevgrtina dinavbera Êzidîa û brayên Ermen da
Parêzer: Nêçîrvan Şêx Şamo
Weku diyar ku hoza hewêrya êk ji hozên resen yên Kurdên Êzidî ye, û heta sala 1944ê li bakurê Kurdistanê devera Silopya akincîbûn, ku jiyana koçeryê li deşt û zozana û xudankirina terş û tewalî ve derbazkirin mîna hozên dîtir yên Kurdistanê.
Û bi helkefta borîna 106 salan liser komkujya brayên Ermen, min wesan hizir kir ku êk ji rastyên dîrokî yên ku di wî serdemî da rûdayn wekî mînakek li hev hatin û lêborîn û pêkvejyanê li navbera Ermenan û Kurdên Êzidî da li bîrbînm û bînme ziman.
Weku hatye gotin û ligorey ewa bab û kalên me behskrî ku li sala 1915ê li dema komkujya brayên Ermenî,li paîza wê salê hîngê keryên pazê Hewêrya (chobu berwa)li çiyayê Cudî, ku 13kesên Ermenî dinav keryên pezî yên malbata me (xêzana Şêx Gebo)Şêxên Hewêrya da di hatine parastin li şevê nan û şîr ligel Şivanan dixwarn û li rojê li Şkeftan da xo vedşartin, wesan man heta operasyonên qrkirinê kêmbûyn.
Li gorey gotina bab û kalên me berya komkujyê jî wan Ermenyan berê‌ xo didan zozana û li heman deverên ku bab û kalên me lêdman ewjî lê dibûn û konên wan hergav li binya Çiyayê‌ Cudî bûn, wana bi Ermenî digotê(Bazamî) li dora(Hesana)bicyî bûn û cihê wan yê resen bû, ev Ermenyê ji fermanê filtî dinav meda man heta em çoyne Başûrê‌ Kurdistanê‌ û Îraqê‌,û eve jî navên hindek ji wan xêzanaye yên xwegirtî û parastî mayî dinav hoza Hewêrya da:
1-Xerîbê Kisbu û kurê‌ wî Hisên
2-Xerîbê Burtu
3-Reşu Kuru û kurên wî Buxuz û Sîsu
4-ÎsIfê Vartu û Dawdê Fartu
Ev hemî ewbûn yên ji komkujyê‌ qurtalbûyn û dinav me da dijyan, û digot baş li bîra meye dema Ermenya mîna Hewêryan sund û bawerya wan bi (Xudanê Şêx Gebo) û (Stûna Şêx Mend)bû.
Mîna gotinên bapîr û dapîrên me, hindek jivan malbatên Ermenî li wî demî ligel hindek malbatên Hewêrya êk mal û hal bûn û libin êk reşkonî da dijyan ,weku mala(Hirço) û mala(Xerîbê Kespo) heta sala 1940ê mîna bira jêk cuda bûn, û Ermenî mîna me koçer û xudanên terş û tewalî bûn,û kesanên pîşekar bûn digotinê (Kurnc) anku (Liva berxa dijenîn bo çêkirina kulava)çunke li wî serdemî cîrax û seraxên runştin û razanê kulav bûn.
Ev çîroka henê yek bû jimînakên mirovdostî û ciwamêrya Êzidya li serdemekî sextê lêqewmîn û qrkirina Ermena.
Bi vê bîrhatina tracîdî derfet dibînm bang li wan xêzanên Ermenî yên navhatî bikem ewên kû heta niha çi ji şunwar û cîwarê wan yê nizanin û diunda, bihîvî ne rojek bê ev peywendya dîrokî sax bibe.
E-Mail: Nechirvan.sh.shaamo@gmail.com

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi