Nivîskar Kemal Tolan: Qesîda Şêx Mend
Eyda cimaya Şêx Mend ya 16.04.2021 li we pîroz be !
Min hîna 2006*1 de daye xwanê û gotiye, „Herçiqas ne bi temamî û bi kêmasî be jî, ez dixwazim bi alîkariya zargotinên me, nêrînekê li ser hinga Êzdîxan ji Êzdîyan dagirtî bûye û Mîrê Êzdîxanê, li gorî rewşê Êzdîxan kiriye heft herêm û her herêmêk Tawisek bi navê wê kifş kiriye.
Her weha hingê Mîrê Êzdîxanê, ji bo hevgirtin û xwedî kirina Êzdiyatiyê, hersal ew Tawisên sembolê dînê Êzdî didan destên qeflek qewal-koçekan û ew dişandine nava gund û bajarên Êzdiyan. Her sal yek ji wan Tawisên sembolê Êzdiyatiyê diçû nava Êzdiyên li derûdora Helebê, bidime kifşkirin.
Belê gava em li zargotna me birênên û ji vê “ Qesîda Şêx Mend” fahm bikin, emê bivînin ku di demên berê de çûn û hatina di nava bajarên (Heleb, Mêrdîn, Ruha, Bozan, Cizîr, Laliş û whd.) Kurdîstanê de gelekî hêsan bû.
Qesîda Şêx Mend
Seydî îro min dîtibû ciwan e
Di dilê min da bû hizneke giran e
Seydî suniya pê ço bû Dîwan e
Seydî min çî mirand
Seydî heca sor e
Mîr ji Mîra vavire
Şîxadî Şêx Mend xelatkire
Sindirûka sor û sipî ye
Ji Helebê der aniye
Seydî Şîxadî li ber di çî ye
Sindirûka sor û zer e
Ji Helebê hate dere
Seydî Şîxadî ço bere
Sindirûka Zêrîn e
Ji Helebê der tîne
Wesilandine Mêrdîn e
Wesilandine Ruhayê
Feqîra şehde dayê
Sindirûka kesk e hatine hewayê
Sindirûka kibîr e
Şêx Mend tabûteke kibîr e
Vêrra kirbû feqîre
Wesilandine Cizîr e
Sindirûka giran e
Şêx Mend tabûtake giran e
Şêx Mend Fexan e
Wesilandine Bozan e
Sindirûka bi neqş e
Şêx Mend tabûtake bi neqş e
Vêrra kirbû dileq reş e
Wesilandine Laliş e
Wesilandine Semedrê
Welîyo xudanê Hekarê
Seydî Şêx Mend xelatkir vê carê “ rûp.:313-316 yê*1
Post Views: 206
تُتاح هذه الصورة أيضا في:
Kurdî