Eskerê boyek: Salek ji ço
Salek ji ço
Wek bawîșka tije keser
Salek jî ji emirê min çû,
Bû pilte ewr, bêdang, melûl
Nav esmên da ker wunda bû…
Ev giranya li pișta min
Sal vala çû, sivik nekir,
Ev piranya kul û derda
Salê zilek xwera nebir…
Evîna min dîsa dûr ma
Dîsa ew xem, hêsir û jan,
Bê welatî, bê hîvîtî,
Û xerîbya tele wêran…
Hevalekî qenc jî nema
Evîneke germe amin,
Kesî rastiya min fem nekir
Neșêkirand emekê min…
Wek bawîșkek ji emrê min
Salek jî çû tiștek nema,
Xwedê emrek ax dabû min
Ew jî mașya nav derd-xeman…
Askerè boyik 31.08. 2016
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî