August 18, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Spasî û Xemgînî

Spasî û Xemgînî

Kemal Tolan- berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdiyatiyê

Spasî

Hêjayan dost, heval û hemû edîtorên çapemeniya-malperên Kurdî !

Ji ber ku we di van gelek salên bihûrî de destûr da min, ez bikaribim gotar-nêrîn-berhevkirinê xwe bișînime ser e-maîlên we rêzdaran, gelekan ji we jî bi dilekî Kurdperweriyê ez rexnekirime, serê xwe bi kêmasî û sererastkirina nivîsandina min ra êșandiye, dûre hinekan ji we bi dilxweșî ew di quncikên çapemeniya-malperên xwe de weșandine û hêjî piraniya wan di xizna xwe de diparêzên, ez we tevan bi can û dil spasdikim.

Xemgînî

Dost, heval û hemû edîtorên çapemeniya-malperên Kurdî yên birêz,

ez zahf xemgînim ku niha derê gelek çapemenî û malperên Kurdî jî hatine qefilkirin û tu kes nikare êdî ji arșîva wan a berê jî fêdebike!

Ji ber van sedeman ez jî nêçar mam ku, bala xwe berdime ser torên mediyayên di yên mîna https://www.facebook.com ê û we dost nasan agahdara bibêjim, êdî pêwîst ku ez gotar-nêrîn-berhevkirinê xwe bișînime ser e-maîlên we rêzdaran ne maye.

Ezê ji niha pê ve li goriya derfet û zanîna xwe, hemû gotar-nêrîn-berhevkirinê xwe, bin navê Xemxwarê Êzdîtiyê di https://www.facebook.com ê pêșkêșî we dost, heval û xwandevanên hêja bikim.

Ez hêvîdar im ku piraniya we jî bikarîbin wan pêwendiyên xwe, yên ku li ber dilê min pir ezîzin, di https://www.facebook.com/xemxare.ezdi ê û bi min ra hîna gurtir berdewam bikin !

Gelek silav û rêz,

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi