July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PAK û TDK-TEVGERê bangî NYyê kir: Komkujiya Kurdên Êzidî bi fermî nas bikin

PAK û TDK-TEVGERê bangî NYyê kir: Komkujiya Kurdên Êzidî bi fermî nas bikin

Hewlêr (Rûdaw) Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) di 9emîn salvegera êrişa Şingalê ya li dijî Kurdên Êzidî de peyamek belav kir û wan tê de bangî Netewên Yekbûyî kir daku komkujiya Kurdên Êzidî bi fermi nas bike.

Îro nehemîn salvegera êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî dîl girtin.

Herwiha di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cih û warê xwe terk bikin.

PAK û TDK-TEVGERê îro di nehemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de peyameke hevbeş belav kirin û tê de ji Netewên Yekbûyî xwestin ku komkujiya Kurdên Êzidî bi fermi nas bike.

Di peyama xwe de PAK û PAK û TDK-TEVGER gotin:  “

Birîna jenosîda Şingalê ya ku xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e. Heta niha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne û wendayî ne.

Heta niha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.”

PAK û PAK û TDK-TEVGER bang li Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kirin: “Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybetî deynin ber xwe û bi cih bînin.”

PAK û PAK û TDK-TEVGER di heman demê de bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir û got: “Em bang li  Netewên Yekbûyî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî qebûl bikin.”

Herî dawî di peyama xwe PAK û PAK û TDK-TEVGERê gotin:

“Di nehemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi