July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li biryara Almanyayê ya nasandina jenosîda Êzidiyan dikin

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li biryara Almanyayê ya nasandina jenosîda Êzidiyan dikin

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara parlamentoya Almanyayê ya nasandina komkujiya li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd û dibêje: “Hêvîdar im heman pêngavê li welatên din ên Ewropa û cîhanî bibînin.”

Parlamentoya Almanyayê Îro Pêncşemê di civîneke taybet de deng li ser komkujiya li dijî Kurdên Êzidî da ku weke jenosîd bê naskirin da û bi piraniyan dengan parlamentoya komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li vê biryara parlamentoya Almanyayê kir û got: “Em pêşwaziyê li  vê biryara Parlamentoya Almanyayê ya ku komkujiyên li dijî Êzidiyan weke jenosîd qebûl kir. Em spasiya Almanyayê dikin ji bo piştgirî û hevkariya wê ya berdewam. Em hêvîdar in ku ev gav li Ewropa û welatên din ên cîhanê bê avêtin û edalet ji bo mexdûran pêk were.”

Di reşnivîsa ku ji 20 xalan pêk tê de bang li hikûmeta Almanyayê tê kirin ku ji bilî daxwaza naskirina jenosîdkirina Kurdên Êzîdî, ji aliyê madî ve piştgiriya vegera Kurdên Êzidî bê kirin ku bikarin vegerin bo ser war û malên xwe.  Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî heta niha jî 135 hezar û 860 koçberên Êzidî li kampên Duhokê dijîn û 189 hezar û 337 kes jî li derveyî kampên deverên cuda yên Herêma Kurdistanê dijîn.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî, DAIŞê 6 hezar û 417 Kurdên êzîdî revandine, 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin û 2693 ên din jî hîn wenda ne.

Bi vê pêngavê parlamentoya Almanyayê bû çaremîn parlamentoya Ewropa ku komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir. Parlamentoya Fransayê di sala 2016 ‘an de wek yekemîn parlamanto bû ku komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir û piştre jî her du parlemantoyên Holanda û Belcîkayê naskirin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi