July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Welatiyê Cindirêsê: Mala min du caran xera bû, cara sêyem jî Xwedê xera kir

Welatiyê Cindirêsê: Mala min du caran xera bû, cara sêyem jî Xwedê xera kir

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber erdhejê bi hezar xanî û avahî yan hilweşiyane yan jî zirare gelek mezin dîtine ku welatî nikarin bikevinê. Ji ber vê yekê xelk daxwaz dikin ku çadir ji wan re bêne peydakirin.

Cindrês ku piştî erdheja 6ê sibatê tejî çîrokên dilşikên bûye. Mehmûd Mihemed Fitîk, ji gundê Hemamê ye û nişteciyê Cindirêsê bûye. Ji Rûdawê re dibêje, ev sêyem car e mala min wêran dibe.

Welatî Mehmûd Mihemed Fitîk got “Welle em li derve mane gişt xerab bûne, em li derve mane. Welle alîkarî pêwîst in. Sê malên min çên. Ez li Helebê bûm mala min çû, ez fetilîm hatim Cindirêsê wexta ku li Kurmancan xistin ez reviyam dîsa xerab bû, em hatin inca Xwedê xerab kir.”

Mihemed Mistefa Sîdo, nişteciyekî din yê Cindirêsê ye. Ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, pêwîstiya xelkê bi hemû curên alîkariyê heye.

Welatî Mihemed Mistefa Sîdo dibêje “Em li Cindirêsê ne, alîkarî pêwîst in. Malên me xerab bûne, pirt tişt ji me re pêwîst in. Bila xêra we be hewl bidin çi ji destên we tê bişînin. Welle malê me teva xerab bûn.”

Li gundên herêma Efrînê jî, derz û terk ketine xaniyên gundiyan û ji tirsa erdhej û paşlerzeyan li derve dimînin.

Li gorî dîmen ji gundê Erindê yê ser bi nahiyeya Şiyê ku taybet ji bo Rûdawê hatine şandin jî rewş ji yên din ne cuda ye.

Welatiyê gundê Erindê Ezîz Mihemed Hisên diyar kir “Malên me gişt di bin xeterê de ne, em nikarin bikevinê. Malbatên me mezin in, cadir tinene û kesekî ku li me dinêre jî tine.”

Li gundê Hisê jî, hejmarek xaniyên welatiyên ber ziyanên erdhejê ketine. Mihemed Mehmûd xwediyê xaniyê ku ji erdhejê ziyan dîtiye ji Rûdawê re axivî.

Welatiyê gundê Hisê Mihemed Mehmûd ragihand “Em tiştekî ji we dixwazin. Em tiştê ku ji we dixwazin 2-3 çadir ji me re gerek in. Hemd ji xwedê re her tiştê me heye, tiştek ji me re gerek e. tenê me got çadir ji me re gerek in.”

Li gundên herêmê, ji aliyekî ve ziyan gihiştiye xaniyan û ji aliyekî din ve mêvandariyaiyandîtiyên Efrînê û Cindirsê hatiye kirin.

Piraniya welatî û gundiyên ku ji herêma Efrînê pêwendiyê bi tora Medyayî ya Rûdawê re dikin, dibjin ku berî her tiştî pêwîstiya wan bi konan heye.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi