December 03, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mirova herî temên dirêj Tanaka bû 119 salî

Mirova herî temên dirêj Tanaka bû 119 salî

Hewlêr (Rûdaw) – Jinika Japon Tanaka Kane ya ku mirova herî temên dirêj a dinyayê ye ket 119 saliya xwe.

Li gor Rekorên Dinyayê ya Guînnessê Tanaka Kane di Adara 2019an da wek mirova herî temen dirêj a dinyayê hat qebûlkirin ku duh ew bû 119 salî.

Tanaka ku li eyaleta Fukuokayê lu navendeke nexweş lê tên xwedîkirin dijî, bi îşaret û hereketên rûyê xwe bi xebatkaran re têkiliyê çêdike.

Hat ragihandin ew çîkolatayê û vexwarinên bigaz hez dike.

Tanaka di malbeteke 9 zarok lê hene de wek zaroka 7emîn di 2yê çileya 1903yan de hatiye dinyayê.

Hat ragihandin ew di 19 saliya xwe de zewiciye, mêrê wê û kurê wê di Şerê Sîno  û Japonan a duyemîn a 1937an de çûne şer.

Tanakayê 4 împaratorên Japonyayê “Meiji, Taişo, Şowa, Heisei” yên piştî 1867an heyama wan dest pê kiriye dîtiye û niha jî heyama “Rewîwa”yê ya împarator Naruhîto dît.

Li gor Rekorên Dinyayê ya Guînnessê beriya Tanaka jinaka Frensî Jeanne Louise Calment mirova herî bi temên a dinyayê bû ku di temenê xwe yê 122yan de di sala 1997an de wefat kir.

Zaro Axa di 160 saliya xwe koça dawî kir

Gora Zaro Axa

Lê weke tê zanîn Zaro Axa (1774, Bedlîs − 1934, Stenbol), ku Kurd bû, di cihanê de mirovê herî temendirêj bû. Deh padîşahên Osmaniyan û serokkomarek dît. Beşdarî şeş şeran bû. Gorî hin çavkaniyan heft, gorî hinekan 13, gori hinekan jî 29 caran zewiciye. 13 zar û 29 neviyên wî hebûn. Di sala 1774an de li bajarê Bidlîsê navçeya Motkiyê ji dayîk bûye. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide, ji bo ku bê naskirin, wî dibin Amerîkayê. Li wir bala çapemeniya Amerîka û cîhanê kişand. Li Amerîkayê gelek navdar bû. Li gorî agahiyên ku Rohat Alakom dide, di pasaporta Zaro Axa de rojbûna wî 16.02.1774 e. Zaro Axa sala 1934an di 160 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina Zaro Axa, ji bo lêkolîna sedemên temendirêjiya, wî li ser termê wî otopsî hate kirin û ji bo wê mejî, dil û kezebê wî ji nav laşê wî hatin derxistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi