December 06, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Di zivistanê de çîroka hespên serberdayî

Di zivistanê de çîroka hespên serberdayî

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê hespên serberdayî rûbirûyî şert û mercên giran ên zivistana navçeyê  dibin.

Di demsalên havînê de koçer û ajeldar beşek ji hespan ligel xwe tînin zozanên navçeya Kanîreş a Çewligê û heta payîzê karê xwe bi wan dikin. Lê piştî ku karê wan bi wan hespan diqede û vedigerin, wan ligel xwe nabin û wan berdidin Niha li navçeyê befreke zêde bariyaye û bi şevan pileyên germayê dadikevin jêr sifrê. Di van şert û mercên zehmet de hespên serberdayî rûbrûyî metirsiya qerisînê ne û êm bi dest wan nakeve. 

Herwiha ew hesp gelek caran rastî êrîşên ajelên dirinde jî tên û hinek ji wan dibin sedema bûyerên trafîkê.

Aliyên peywendîdar bang li xwediyên wan hespan dikin ku xwedî li wan derbikevin û di mehên zivistanê de jî wan bixwedî bikin.

Karmendê Şaredariya Kanîreşê Metîn Bîngol dibêje “Em li vir di zivistanan de ne tenê rûbirûyî berfê dibin. Li vir heta niha kuçikên bê xwedî hebûn. Mixabin di 2 salên dawî de gelek hespên serberdayî hene. Ew derdikevin ser rêyan û dibin sedema bûyerên trafîkê û em nikarin rêgiriyê li wan bikin. Madem hûn di mehên havînê de kar bi wan dikin, hûn dibêjin ez misilman  û mirov im divê di zivistanê de jî hûn wan bixwedî bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi