Bingehê laliş alîkarya Mala Êzidyan li Rojavaya Kurdistanê kir
Çinar Şemo \LMN
Li rekeftî 15/10/2015 şandekî mala Êzidîyan li Amudê ji rojavaya kurdistanê seredana bingehê laliş kir .
hat pêşwaxî kirin ji alyê berêz ( Şemo Qasim) berpirsê beşa rewşenbîrî , li destpêkê berêzî bi xêrhatnia şandî kir ku pêk hatî bu ji berêzan Cabir Cindo berpirsê rewşenbîrî û ragehandinê di gel berêz Zîad Abdal .
Di vê hev dîtinê de berêz Şemo bi tîr û teselî behs li kar û çalakyên bingehê laliş hat kir , her dîsan Cabir behsê Mala Êzidîyan li wê deverê kir daxwaz kir bingehê laliş alyîkarya wan bike ji bo dabîn kirina pirogramê êzidîyatyê bo xwendekarên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê , û daxwazî yên şandê navbirî bi berçav hat wergrtin û komek ji pertokên pirogramê Êzidyatyê bi pîtên latînî ji bo wan hat pêşkêş kirn di gel çend pertokên li dor êzidyatyê û hinde dane ji govara laliş .
Li dawyê şandê navbiryî xweşhalya xwe derbiryîn ji bo wê alyîkaryê û supasya bingêhê laliş kirin ji bo wê pêşwazya germ û pêşkeş kirina wan pertokan kir .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî