Bingehê laliş radibe bi bîr anîna derbaz buna yekmîn sal ya komkujya Koço
Veguhastin \ Çinar Şemo
Bi egerê bîr anîna yekemîn ya komkujyagundê Koço ya ku ji alyê gropê Da’ş ve ve hatî kirin bingehê laliş rabu bi gêrana ahinga sax kirina vê rojê li hola laliş li avahya bingehê laliş li êvarîa roja yekşemê li 15/8/2015.
Û bi amadebuna wekîlê mîr Tahsîn û semaheta babê şêx û berêz Ferhad Atruşî şaredarê deverdarya Duhokê û serokê qewala qewal Behzad Slêman Sifo û hijmareke mezin ji berpirsên îdarî û hizbî û sazên civakî û beşek ji kesanên akadimî û rewşenbîrî û xelkekî mezin ku ji cihên cora û cor ji deverdarya dihokê amade bûn .
Li destpêkê xolekek bedenk rawestan wek rêzgrtin ji bo canê gorîkerên axa Kurdistanê , paşre şemalk hatin hilkirin ji bo bîr anîna şehîdên karesata gundê Koço , paşre peyva serokê desteya bilinda bingehê laliş hat xwandin .
Ji alyekî din ve Wehîd Bakozî berpirsê leqa Şingal çend gotinek pêşkeş kirin li ser vê bîr anînê , û paşre berêz Ferhad Atruşî şaredarê deverdarya Dihokê peyvek pêşkeş kir , herdîsan peyva Naîf Caso li ser xêzanên gondê Koço hat pêşkeş kirin , paş çend sitran li ser vê karesatê ji bal her yek ji (Tehsîn Feqîr û Alî Feqîr ) hatin gotin paşre filmekî kevin li ser komkujya Koço hat pêşkeş kirin .
Dû kesên rizgar buy her yek ji jin û zelamekî ku ji vê komkujya koço hatin rizgar kirin serhatya xwe ya rastî ji amadebuyan re gotin . Paşre berêz Dawid Xetarî kurtyek li ser mêjuya gondê Koço û jimara xonişînên wan û her dîsan jimara girtyan û rizgar buyan û kuştyan hat gotin .
Paşre dadwer Xêrî Xidir ji alyê yasî ve behs li cînosaîd nasandinê bi kurtî kir Û ji alyek din ve keçka biçuk bi navê Rind Rêber sitranek bi zimanê inglîzî bi jêr navê ( zarokeke aware ji şingalê) paşî hozanvan Aîhab Alî hozanek li ser komkujya Koço xwend û hat bi dawî kirin bi gotina çend stranên xemokî li ser vê karesatê ji alyê ( Xelef Halî û Besê Şingalî ) hatin gotin .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî