July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Cemal Kodî: Ked û bizava Celîlê Celîl di Pertûkekê de hate diyarkirin

Cemal Kodî: Ked û bizava Celîlê Celîl di Pertûkekê de hate diyarkirin

Ji bo danenasîn û diyarkirna ked û bizava vekoler û nivîskarê navdarê kurdê sufyeta berê Celîlê Celîl di biyavê çand û rewşenbîrya kurdî de berî maweyeke Pertûkek li jêr navê Celîlê Celîl rolê wî yê rewşenbîrî û kedêt wî dibiyavê kurdolocya yê de hate weşandin. Pertûk ji layê nivîskar hecî qasim xidir ve hatye nivîsîn û ji sê pişkêt serekî pêk dihêt û ew hersê pişk dibne çend sere babet û têde bas li rol û ked û berhem û mandîbûn û xemxorya nivîskarê mezin Celîlê Celîl hatye kirin.

Di laperêt destpêkî de pêşekî ji layê nivîskarî ve hatye nivîsîn û têde amaje daye wê çendê ku gringî pêdan bikesayetyêt wesa pêngaveke başe jibo zengînkirna Pertokxana kurdî û her wesa behis li rol û pûtepêdana nivîskar Celîlê Celîl bi edeb û tor û çanda kurdî kirye .

Paşî gringya xwandina mêjuwa jyannama kesan kirye sere babetek û çendek lidor gringya wê û çawan buyer birêka berhem û mandîbuna hindek kesan dêne tomarkrin. Beşê êkê yê Pertûkê lidor reh û rîşalêt binemala celîlê celîl û rolê wan dibizava rewşenbîrya kurdî de hatye belavkrin; wek mêjuya peydabûna binemala wî û bizava rewşenbîrî û pişkdarîya binemalawî di damezrandin û birêvebirna beşê kurdî radyoya yêrîvan 1955-2002ûherwesa ji dayik bûn û qunaxêt fêrbûna wî anku ew cihê lê xwandî û bawernamêt bidestxove înayn, dipêre diçend rêzekande bas li çêbûna hizra wî di ête kirin ka çawe li dîf rêk û rêbazên binemala xo ya xwendevan û filklornas diçt, jiblî karîgerîya rewşenbîrya rûsî, her di wî beşî de behis li peywendyêt wî digel Ermena û karîgerîya wan dijyana wî ya gşitî de û kurdêt ermênya di nivîsînêt Celîlê Celîl de hatyekirin.

Beşê diwê yê Pertûkê bi ked û gringîdana Celîlê Celîl dibyavê mêjuyê de hate navkirin û çend babetêt cuda cuda lidor berhemêt wî lidor mêjuwa kurdî bxove dgirt;wekî cihê mêjuyê dhizrawî de û xwandna şrovekarî ya hindek berhemêt wî yêt mêjûîy û bzavêt wî dibyavê mêjuyê de û kedêt wî lgeryana çendîn jmarêt hindabuy yêt rojnama kurdistan10-12wboçonêt wî lidor barudoxê siyasî û rewşenbîrî ûhizrî yê milletê kurd û a stengêt rewşenbîrya kurdî li Orpa û zêdebarî bîr û boçonêt nivîskar û vekolera lidor berhemêt wî

.
Beşê siyê û dumahyê ji Pertûkê bivî nav û nîşanî ye: gringîya Celîlê Celîl bi filklorê kurdî û pişkdaryêt wî yêt zansitî dibyavê kurdolucyayê de li Nemsa; ewjî van babetêt li xwarê bixove digirt : pênasa filklorî û rêkêt komkirna wî, Êzidî diberhemêt wî de, cihê zimanê kurdî li nik Celîlê Celîl di komkirna filklorî de, berhemêt wî dibiyavê filklorî de, pirogrimbûna wî dinvîsîna filklorî de, kedêt Celîlê Celîl yêt zansitî di biyavê kurdolocyade li Nemsa.

Li dumahyê nivîserî diçend xalekan de der encam jî dyarkirîne. Pertûk ji qebarê navîne û ji200 Lapera pêk dihêt û ji weşanêt desteya blinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ye; danana hecî qasim xdir,derhênana hunerî hekar findî ,çabxana hawar Dihok2023.

Cemal Kodî

CH

No description available.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi