Çendîn pêşnîyar derbareyî lêgeryana girtîyên Êzidî û parastina gorên bikom hatine dan
Li Komelgeha Şarya Workshopek derbareyî lêgeryana girtyên êzidî û parastina gorên bikom û gehandina harîkaryan bo wan xêzanan hate sazkirin.
Rêkxirawa Nupêl bo geşepêdana civakî bi hemahengî digel rêkxirawa Xaça Sor û Bingehê Laliş Tayê Şarya,îro Pênc Şembûyê 24î Tebaxa 2023, li Hola Laliş Êk Workshopek bo 20 kiç û kurên derçoyên zanko û peymangeh û rêkxirawan yên aware û xwecihên Şarya encamda û têda bi têruteselî kêşeyên berzebûyan behiskirin û rêyên çareserkirinê diyarkirin.
Di vê Workshopê da çendîn pêşnyar û asteng ji alyê xobexşan hatine pêşnyarkirin, jibo lêgeryana girtyên êzidî û çawanya parastina gorên bikom û gehandina harîkarîyan bo wan xêzanan.
Workshopa navhatî ji alyê stafê pispor û rêkxirawa Xaça Sor ve hate bi rêvebirin.
SA
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî