July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Vîstevala Laliş ya rewşenbîrî ya salane hate gêran

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Vîstevala Laliş ya rewşenbîrî ya salane hate gêran

Tora Laliş/Duhok

îro 6ê tîrmeha 2023ê bi piştevanya rêzdar “Mesrur Barzanî” serokê hikumeta herêma Kurdistanê û bi amadebûna hijmareka zor ya kesayetyên olî û layenên hizbî û hikumî û leşkerî,li jêr druşmê( filklurê me nav û nîşanê resenayetya meye )rêwresmên vîstevala laliş 2023ê ya rewşenbîrî li hola konifransan li zankoya Duhokê hatine gêran.

Li destpêkê wek rêzgirtin li ser giyanê cangoryên kurd û kurdistanê û serowerê wan barzanyê nemir û kak drîsê ciwanemerg û dgel sruda ey reqîb amadebûîy xolekekê seknîn û li dûvda penelê êkê yê vîstevalê li demijmêr 10:30î sbê destpêkir û li berahyê berêz “se’îd cirdo”serokê desteya bilinda bingehê laliş peyvek pêşkêşkir û bxîrhatna amadebûyan kir û dyarkir ku her ji destpêka damezrandina bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li jêr druşmê(laliş kanyeka zelale di horte di robarê rewşenbîrya kurdî da),yek ji armancên serekî yên vî bingehî komkirin û dîkyomêntkirina keltorê Êzidiyan bi giştî û kar yê berdewame bo qurtalkirina her tiştê di vî alî da ji nemanê,xuyakir jî jbo encamdana vê vîstevalê û hemû kar û çalakyên bingehê laliş ji roja destpêkê û heta îro encamdayn em supasdar û qerdarên xuyna hezareha şehîdayne,dîsan piştevanya bê snûr ya serkirdayetya Kurdistanê û hikumeta Herêma Kurdistanê û bi zêdetir taybet cenabê serokwezîrên herêmê kak Mesrur Barzanî,herwesa em dixwazîn roj bi roj giringîdan bi filklorê me zêdetir bête dan.

Li dûvda berêz “Macid Seyd Salh”Nûnerê Parêzgarê Duhokê binavê berêz ” Dr.Alî Teter “Parêzgarê Duhokê bi xêrhatina hemû berpirsên hikumî û leşkerî û layenên siyasî û nunerên aynî û civakî û hemû pêkhateyan kir û gut:-pêxwešn îro bi piştevanya rêzdar Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê li parêzgeha Dihukê Festîvala salane ya Biingehê Laliş yê rewşenbîrî û kumelayetî tê gêran û em destxoşiyê li Desteya Bilinda Bingehê Laliş dikeyn.

li pêra çend sitranên filklorî ji layê sitranbêj Tehsîn Xidir Feqîr û Celo šingalî ve hatine pêşkêşkirin û paşî tabloyek ji alyê Tîpa şarya ya honerê millî ve hate nîşandan û Festîval btir bi rewş û xemland.

her di penelê êkê da xelatê Festîvala Laliş bi zanayê ola êzdiyan” Feqîr Xidir Berekat Kisu” hate dan

Piştî bênvedanê vîstevala Laliş berdewamî da birgên xo yên hemecor û di penela dûyê da,ku bingehê laliş herdem xo bi xudanê çand û keltora xo dazint,ji ber vê yekê jî wan sitranbêjên wexerkrî yên xizmeta mozîka êzdiyan krîn li bîrdînît,çend wêneyên sitranbêjên wexerkrî bi rêya kurte vîdyoyekê hatine nîşandan.

ji layekê dî ve çend awazên filklorî ji alyê gropê awazên me hatine nimayişkrin,paşî xwarnên filklorî yên êzidyan û cil û bergên keltorî hatine nîşandan.

her dberdewamya penelê êkê da çend sitranên filklorî ji layê sitranêjan Xelo Şingalî_Mehmud Şingalî_Feqîr Mîrza_Berekat ‘elî ve hatine gotin.

Di birgeyeka dîtir da filklorê Êzidyan li ermenistanê û rojava û bakûr ji layê Tîtalê Keremê Seyad,rêveberê radyoya êrîvan,ji Ermenistanê û diktor Bedran Hukmet mamostayê zankoya mêrdîn bi rêya amîrê dataşoyê û bi vîdyo û wêne hatine behiskrin û nîşandan.

.
li danê êvarî û dpenelê dûyê yê vîstevala lalş da filklor û jîn û jyara êzdyên rojava jlayê mamosta nesîm şemo mamostayê zankoya dîcle ve hatne behiskrin.

Herwesa çend dawetên filklorî yên devera Başîk û Behzanê ji alyê tîpa(Medîne Alzîtun) li Başîkê hatine gotin û pêşkêşkirin.

Di birgeyeka dî da çend dîmenên çandinê yên bab û kalên Êzdiyan hatne pîşandan.

Li dawya penelê dûyê da Tîpa şingal ya filklorî Festîval bi pêşkêşkirna çend dawetên filklorî btir bi rewş êxist û bivê yekê Festîval bi dawî hat.

Bo zanîn Festîvala Laliş ya rewşenbîrî jlayê Karwan Baedrî berpirsê ragehandina Bingehê laliş û xanim Gulistan şêxro ve dihate pêşkêşkirin û bi rêvebrin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi