Şandekê Desteya Bilinda Bingehê Laliş seredana govara Metîn kir
Tora Laliş/Duhok
Îro dûşembûyê 10î nîsana 2023,berêz”Seîd Cirdo” Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û “Seîd Xudêda” cêgrê serokê bingehê laliş û “Fars Kitî” endamê desteya bilind, seredana baregayê govara Metîn li Duhokê kirin.
Di seredanê da Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş destxweşî li sernivîser û desteya nivîsînê ya govara navhatî kir, ku dûbare û bi naverokeka pir dewlemend û dîzayneka pir qeşeng ev govara resen xstine ber destê xwendevana û Pertokxana Kurdistanê pê xemlandin.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî