Pertûka(Esmera Pepûk) hate îmzakirin û belavkirin
Tora Laliş ya ragehandinê:
Li roja Înyê 4î Çirya dûyê 2022, bi amadebûna nûnerên dam û dezgehên hizbî û hikûmî û hijmareka mamosta û rewşenbîran, Bingehê Laliş Tayê Xankê rê û resmên îmzakirin û belavkirina pertûka(Esmera Pepûk)ya nivîskar (Karwan Faris) gêran.
Li destpêkê mamosta ”Ekrem Tariq” bi xêrhatina amadebûyan kir û destxweşî li nivîserê pertûkê kir û piştevanî ya Bingehê Laliş ji hemû nivîseran re doyarkir, paşî mamosta Şikrî Reşîd” peyva nivîserî xwand û xwandinek li ser naveroka pertûkê ji amadebûyan re da xuyakirin.
Li dawîyê pertûk hate îmzakirin û biser amadebûyan da hate parvekirin.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî