Kongirê Pêncê yê Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê hate gêran.
Tora Laliş ya ragehandinê.
Li jêr diruşmê (Laliş kaniyeka zelale di hurite di robarê rewşenbîrya Kurdîda ) û li jêr çavdêrîya ( Şemal Muhemed Edîb ) rêveberê nahîya ba’edrê , Roja înyê rêkeftî 14î çirya êkê 2022ê Bingehê Laliş tayê Ba’edrê kongirê xwe yê pêncê gêra li hola Ba’edrê ya bîrewerîyan û desteyeka kargêrî ya nû hate helbijartin.
Bi amadebûna rêveberê Nahya Ba’edrê û serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî berêz (Se’îd Cirdo ) û cêgirê wî rêzdar (D.se’îd Xudêda ) û berpirsê lîjna nawça Ba’edrê ( Xêrî birîm ) û rêveber û nunerên dam û dezgehên hikumî û hizbî û rîhispî û muxtar û mêhvanên ji tex û pêkhatên cuda cuda û endamên kongirê nafhatî û bi serperiştîya lîjneyek ji Desteya Bilinda Bingehê Laliş ku pêkdihatin ji berêzan (Fars Kitî , Xelef Elyas , Murad Xetarî) rê û resmên kongirê pêncê yê Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê bi rêveçûn .
Piştî peyvên bixêrhatinê û rêzgirtin li şehîdên bizava rizgarî xwaza kurdî roniştina êkê bi dawîy hat , Di runiştina dûyê da xiwandina raportên rewşenbîrî û peywendîyan û darayî hatine xiwandin û gotubêjkirin li ser ji alîyê amadebûyan ve hatekirin û pesendikirin ji alîyê nunerên kongirê nafhatî ve .
Li dûvda evên xwarê hatine helbijartin û bûne endamên Desteya kargêrî ya Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê û ji alîyê amadebûyan ve pîrozbahî li wan hatine kirin .
1- Xelat Elyas Murad
2- Se’ed Sebah Se’do
3- Eyad Yusif Kişto
4- Seydo Xudêda ‘ebdî
5- Nêrgiz Îbrahîm Mistê
6- Hediya Şemo Osman
7- Êzdîn Hesen Şemo
8- Vînwar Qasim Reşo
9- Dilbirîn ‘îdo Xidir
10- Xalid Piso Xelef
11- Diyar Mîrza Hesen
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî