July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rojnamevanekî Kurdistana Bakur seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Rojnamevanekî Kurdistana Bakur seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Tora Laliş ya ragehandinê

Îro roja şemyê rekeftî 15î Cotmeha sala 2022 Hamo Azad rojnamevanekî Kurdistana Bakure seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir û ji alyê berêz Karwan Hacî berpirsa beşa ragehandinê ve hat pêşwazî kirin , di serdanê de herdu alyan gelek mijarên giring yê ku bi rawşa Êzidiyan ve grêday behis kirin.
Di serî de herdu alyan cumaya Şêx Hadî li hemû Êzdiyan li tevahiya cihanê pîroz kirin paşî Hamo Azad di bêje”Em weke kesên Êzdî gelek kêfxweş in ku derfet çê bû me jî Laliş di van rojên pîroz û qedîm ziyaret bikin. Divê her ferdekî Êzdî ziyareta Laliş ango heca xwe weke erka bingehîn li ser xwe ferz bibîne”.

Ew rojnemavanê Kurdistana Bakur bal di kişîne wê yekê ji û di bêje ”Di heman demê de em gelek xemgîn in ku Êzdî ji ber karesata 3ê Tebaxê xaka xwe vala kirin û berê xwe danê diyaspora Ewropa. Divê baş bê zanîn, ger em li xak, çand û lî bîrûbaweriya xwe xwedî dernekevin em ê li seranserê cihanê bihelin”.
Hamo Azad di seredana xwe ya taybet da got ku , Niha em bi fermana spî re rûbirû mane. Gelek Êzdiyên jiber fermana 3.8.2014 koçî diyaspora bûn, îro yek bi yek tên bişaftin. Ger em li hemberî van kiryara bê helwest bin, em ê bibin mexdûrê plana kirkirina Êzdiyan li cihanê.

Navhatî di beje ji ”Lewma îro ji nan û avê ferztir hewceya me ji tifaqê heye. Stûneke herî girîng ji bîrûbaweriya Êzdiyatiyê TIFAQ e. Divê em hemû Êzdî li kudera cihanê dibin bila bibin, destê yekîtî û tifaqê dirêjî hev bikin. Weke mamoste Cigerxwîn got: heg em nebin yek em ê herin yek bi yek”.

ji alyê xwe ve berpirsê beşa ragehandinê li Desteya Bilinda Bingehê Laliş xweşhalya xwe anî ziman û gotinên wî bi beha nirxandin û supasya wî kir ji bo serdana wî ya pir biha .

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi