Berevan Hemdî, birîkarê wezareta şehîd u enfal kiriyan seredana Bingehê Laliş kir.
Tora Laliş ya ragehandinê.
Bi merema pîrozbahî kirin li Desteya nû ya Bilinda Bingehê Laliş , Îro rêkeftî 21î îylula 2022ê brîkarê wezareta şehîd û enfalkirîyan seredana Bingehê Laliş kir li parêzgeha Dihokê u ji layê serok u endamên Desteya Bilinda Bingehê Laliş ve hate pêşwazîkirin .
(Berevan hemdî ) birîkarê wezareta şehîd û enfalkirîyan bi helkefta helbijartina desteya nû ya Bilinda Bingehê Laliş pîrozbahî li hemû sitafê desteya nû ya Bingehê Laliş kir u daxwaza serkeftinê bo xwast di kar u çalakî u çand u civakî da.
Ji layê xweve (Se’îd Cirdo) Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş sopasya seredan wî kir û da zanîn ku Bingehê Laliş sazîyeke rewşenbîrî u civakî ye u di xizmeta çand u civakî daye.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî