June 19, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê Laliş dîdara çarê (Êzidî u Şoreşa îylulê) gêra.

Bingehê Laliş dîdara çarê (Êzidî u Şoreşa îylulê) gêra.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Li jêr nav û nîşanên (Êzidî û Şoreşa Îylulê), Desteya Bilinda Bingehê Laiş îro roja êk şembuyê 11î îylula 2022ê dîdara xwe ya çarê li hola (Şêx Şamo) gêra bi berhevîya jimareka pêşmergehên pişkdarî şoreşa îylulê û kesayetîyên perlemanî û syasî û ekadîmî û dam û dezgehên mîrî rê û resmên dîdarê bi rêveçûn.

Li destpêkê bixêrhatina tevaya berhevbûyan hate kirin, Paşî weku wefadarîyek bo qareman û mêrxas û ‘egîdên pişikdarî şoreşê pêşangeheka çend wêneyên kevnên pêşmergehên êzidî ewên tevlî şoreşê bûyîn bo mêhvanên amadebûy hate pêşandan, Berhevbûyan jî di nava hembêza pêşangehê da tevlî jiyan û rol û xizmeta ciwanemergên êzidî bûn ewên ku bi xameyekî cwan navê wan çûyne dinava berperên dîroka nû ya gelê kurd da.

Li dûvda berêz (Se’îd Cirdo), Serokê Desteya bilinda Bingehê Laliş di peyva desteyê da serê rêz û newazişê bo qurbanî û giyanfîdayên şoreşê û serkarwanê wan barzanîyê nemir îna ziman ,Û tekizikir ku helbûna çirîskên şoreşê derencamê sitemlêkirnê û bê behirkirna miletane ji mafên rewa, Lewra wî çaxî şoreş dibe tiştekî pêdvî, Ewbû barzanîyê nemir meşxelê şoreşê helkir û hemû pêkhatên kurdistanî ji xaneqîn ta zaxo pişkdarbubun pêxemet bi destve înana mafên rewayên gelê kurd.

Dîsan serokê desteyê amaje da; Ew zulma li êzdiyan hatîye kirin ji layê rijêma be’sa jinavçûy her ji te’rîbkirin û kavilkirina gunda û akincîkirina zore mlî di Komelgehanda ,Lewra weku Desteya Bilinda Bingehê Laliş me bi fer dît evê dîdarê li dar bixeyn .

Di penelê duwê da pişka ragehandina Desteya Bilind  fîçerek li dor rolê êzidyan di germî û bizavên şoreşî َû çewanîya danana berê binyatê bo rêkxistonên partayetî û leşkerî li deverên êzdiyan û bandora êzidyan li ser bihêz û xurtkirina şoreşê ji layê giyanî û me’neuy û leşkerî ve nimayîşkir.

Di penelê sêyê da çar mêhvan ji layê berêz (Ce’fer Simo) endamê desteyê ve û  rêveberê dîdarê hatine daxwazkirin, Ew jî her yek ji berêz (Xald Şilî ), Pîşmergehê şoreşa îylulê  û profîsor (Şêrzad Xelîl) mamostayê zanîngehê û şareza di bîyavê dîrokê da , Herweha (D. se’îd xudêde) mamostayê zanîngehê û dîroknasê şareza ,Dîsan (Pîr Xelîl Silêman) weku pêşmergehekî pişikdar dişoreşa îylulê da li qeza şêxan .

Di vî penelî da mêhvanên navbirî ronahî êxistine ser dan pêdana desthelatê îraqî û pêdana mafên desturî yên gelê kurd û paşgezbûna rijêma wî çaxî bi wê danpêdanê û mafan û egerên helbûna şoreşê bi serkirdayetîya babê rohî barzanîyê nemir li hemû deverên kurdistanê û rol û bandora êzdiyan di bihêzkirin û pêşxistina livîn û bizavên şoreşê û sengerên şerî , Digel nav înana hinek pêşmergehên qaremanên êzidî weku nimûne û mêrxasîya wan , Zêdebarî çendîn xal û têbînî û serhatîyên şoreşê û kawdanên wî serdemî ku ji layê mêhvanên dîdarê hatine behiskirin û ronkrin û dîdar pir zengîn kirin .

Li dawîyê dan u standinên pir germ di navbera mêhvanan û amadebûyan bi çend pirsyar û ronkirin u boçûnan dirust bû , Û bi vî awayî dîdara çarê ya Laliş bi dawîy hat .

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi