Dan û xoy û danebî û simat di êzidyatiyê da
Liyas ne’mo xetarî
Dan û xoy û danebî û simat ji karên pîrozin dinav civakê me êzidyanda,demê şêx yan pîr yan micêwrê ber qubê bi merema xirvekirna danî û xoyê jibo çêkirna smata cejn û helkeftên aynî yên êzidyan li lalişa nûranî û li ber nîşangeh û qubên bab çak û xasên me êzidyan li gundû şaroçkeyan mal bi mal li nava gundî dgerya,kesekê bi suret û bi xelat û berat û bi du’a û drozên êzidyatyê di ço dinava hemû malên êzidyanda û hemû mal bo wî di vekrî bûn li demê danebî û hêvarên cejnan endamên malê li cihorkê xelat û beratan zyaretî dibûn û li dor şiyanên xo dan û xoy dikre xêr.
Danebî:anku ragehandin û agehdarkirna xelkî bo roja cejnê û ‘erefatê anku gehandna peyameka aynî bû ku subey rojeka pîroze û helkefteka taybete û dvêt hemû xelk bzanin,berî rojekê ji her helkefteka ayînî li ba mlletê êzdî dvêtin danebî bête ragehandin,berî roj biçte ava li danê hêvarî mcêwrê gundî yan jî zelamek ji zelamên ayînî yan şêxek yan pîrek bi erkê bangdana danebyê radbit ew jî piş
tî dête raspardin jilayê gundyan û xityarên gundî,ew kese li demê bangdanê dê rabt çite serbanê maleka here blind û bi pêxwasî dê sê denga caran danebya bi navê wê helkeftê yan wî xasî ewê bûye danebya wî bangdet,her kesê êzdî dengê bangê danebyê bi guh lê dibt divêt xo pêxwas ket û perwestey xudê û swarê rojavayê bit û bi seknit heta mcêwr erkê xo temam ket.
Zyaretî bûn:anku seredan û çona ber xas û bab çakên me êzdyan bi merema perwestebûnê û xo havêtnê û du’akrinê, li demê cejn û helkeftan zyaretbûn û zyaretî bûn dênekrin û li rojên normal jî dênekrin, li demê zyaretbûnê hîvî û daxwazî ji xudayê mezn dênekrin û li ber derçikên xasan û xêr û xilmet dkefte di dlê mrovî da lewa mrov ftuy dante ser derçikêt xasan û serbran dbete wê derê û dikete xêr,micêwr û serderyên xasa du’ayên xêrê û silametyan bo wan mirovan û mrovayetiyê dixwazin û axê li enya wan diden, her dîsan li rojên cejn û helkeftan û twafên xas û bab çakên me êzdyan gelek caran xudan xêr bi xêra navê xudê û tawsî melek dê rabin beryên xasa swarken û lfên serê qub û hlêla pêveken digel pêşkêşkirnakujmekê diravî bo xêrê, herdîsan na ête jbîrkrin li demê hatina cejn û helkeftan zorbeya xelkî bixo xêrên hemecor dikin wekî pêşkêşkirna xêrên madî û xêrên zadî bo feqîr û belingazan.
Çira û tawa bxurê:li her hêvarîyeka roja çarşembûyê divêt çra bêne hilkrin li ber hemû nîşangehên xas û bab çakên me êzidyan li lalişa nûranî û li ber hemû nîşangeh û quba li gund û şaroçkeyên êzdî lê di akncî,herdîsan digel hilkirna çrayan dvêt tawa bxurê di pêşya çirayan dabt ew jî dest û bendên micêwir û day kabanyê û xilmetkarên ola ayînê me êzidyan,herdîsan jiblî rojên çarşembûya li hemû rojên cejn û helkeftan divêt li hemû hêvaryên cejn û helkeftan ev karê hosa yê pîroz bi rêve diçit û her dîsan li rojên cejnan ev kare dête krin û bichînan û ftîlên xasan û nîşangehan li hemû deran weku erkekê ayînî dêne vêxistin,herdîsan dvêtin amajê pê bi deyn ku li hemû rê û resmên fermî li peristgeha pîroza laliş dêne gêran divêt di gel gêrana rê û resmên semayê çeqeltû bête hilkrin digel her heft çrayên çeqiltwê bi ftîl û zeyta pîroz digel tawa bxurê demê bêhna wê û dîkola wê wan deran tjî dikt.
Smat:xwarna helkeft û cejnên me êzdyane,li gor hindek jêder û gotnên kevin yên ku me guh lê bûy û me bihîstîn,çêkirna xwarna nanê smatê li serdemê nebî braym xelîl bû wextê divyan kurê xo nebî smayl bkete qurbanî bo xudê,xudayê mezin nehêla û bora beranek virêkir d aku bikete simat bi lewran êzdî bi wê çendê dikene helkefta cejna qurbanê,vêca hosa dête xoyakrin ku simat li wê rojê hatye çêkrin û li roja êkê ji cejna qurbanê û nebî braym xelîl simat bo cara êkê çêkirye û beranê bereketê kirye dinavda û bûye simat,ev rêwresmên pîroz yên girêdayî bi çêkirna simatê heta îro roj dinava mlletê me êzidyan da bi rêve diçin li her cyekê hebt bi taybet li sibeyka rojên cejnan êzdî xwarna simatê çêdken çi l peristgeha pîroza lalişa nûranî yan jî li ber qub û nîşangehên xas û bab çakên me êzidyan yan jî li rojên danebyên xasa şêx û pîrên serderyên xasa bi xêra navê xudanê xo radbin bi çêkirna smatê û li malên xo smatê çêdiken û mrîdên xo û gundyên xo dawet dikene ser xwarna smatê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî