June 27, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezareta Pêşmerge têkildarî vekişîna hêzên Amerîka ji Kurdistanê daxuyanî da

Wezareta Pêşmerge têkildarî vekişîna hêzên Amerîka ji Kurdistanê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) Wezareta Pêşmerge ragihand, ti hêzên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê venekişiyane û tekez kir, ti hêzên şerker ên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê nînin ku vekişin, hêzên ku li wir in jî şêwirmend û rahênerên serbazî ne.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer îro Yekşemî 8ê Tebaxa 2021 ji Rûdawê re ragihand, “Me nebihîstiye ku di çend rojên bihorî de ti hêzeke Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê vekişiyabe, dibe ku guhertinê bi hêzên xwe bikin û ji wê yekê jî em agahdar nînin, çimku derbarê guhertina bi hêzan de pirsê ji me nakin.”

Cebar Yawer got, “Li gor rêkeftina navbera Iraqê û Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê, hêzên şerkerên Amerîkayê dê dawiya îsal (ji Iraqê) vekişin, lewra me nezaniye ku ti hêzeke Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê vekişiyabe, her di bingehê de amerîkiyan ti hêzên wan ên şerker li Herêma Kurdistanê tune ye û ewên ku hene şêwirmend in.”

Daxuyaniya wî rayedarê Wezareta Pêşmerge piştî wê yekê tê, ku derbarê vekişîna beşek ji hêzên Amerîkayê ji Binkeya Herîr a li Hewlêrê hin gotegot di medyayên navçeyê de hatine belavkirin.

Li gor daxuyaniya dawî ya gera çarem a diyaloga stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê ku di rojên dawiya Tîrmeha îsal de li Waşingtonê hat lidarixstin, hêzên şerker ên Amerîkayê dê di dawiya îsal de ji Iraqê û Herêma Kurdistanê vekişin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, herwiha ji Rûdawê re behsa pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî kir û got, “Biryar li ser pêkanîna van du lîwayên hevbeş hatiye dan, li ser pêkhate û hejmara wan rêkeftin heye.”

Derbarê cihê erkdarkirina wan du lîwayên hevbeş de jî, Cebar Yawer destnîşan kir, “Lîwayek dê li navçeyên qezaya Xaneqînê û derdora wê heta navçeyên Kerkûkê bê bicihkirin, û lîwaya din jî dê li navçeyên derdora Kerkûkê heta nahiyeya Sihêla bê bicihkirin.”

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge aşkere jî kir, ku “bûdce û çekên wan herdu lîwayên hevbeş ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tên dabînkirin” û tekez kir, “Ew hêz dê rasterast bi Fermandariya Opersyonên Hevbeş a Iraqê ve bihê girêdan û piştî rêkeftina dawî û perwerde û rahênanê, dê li wan navçeyan bên bicihkirin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi