Kurdek bû serokê parlamentoya Îsraîlê
Kurdekî Cihû ji navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê dilê hemû kurdan baristan kir
Parlamenterê Kurd ê Cihû, Mickey Levy ku ji aliyê hevpeymaniya dijî Netanyahu ve dihat piştgirîkirin, weke serokê nû yê Parlamentoya Îsraîlê – Knessetê hat hilbijartin.
Parlamentoya Îsraîlê ji bo dengdana li ser dana baweriyê bi hikûmeta nû ya wî welatî ya bi serokatiya Neftali Bennett civiya.
Berî dengdana dayîna baweriya bi hikûmeta nû, serokekî nû ji parlamentoyê re hat hilbijartin.
Ji bo posta serokatiya parlamentoya Îsraîlê, parlamenterê Partiya Shas Yaakov Margi ji bloka hevpeymanên Netanyahu û Mickey Levy ji bloka hevpeymanên Bennett ketin pêşbirkê.
Di dengdanê de, Mickey Levy ji 120 dengan 67 deng wergirt û bi piraniya dengan bû Serokê nû yê Parlamentoya Îsraîlê.
Yaakov Margi jî di dengdanê de 52 deng wergirt.
Berî Levy, Serokê Parlamentoyê Yariv Levin, ji partiya Netanyahu Likhud bû.
Levy Kurdekî Cihû ji navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.
Leyv pêştir, 30ê Adara sala 2015 di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de ku Hêmin Ebdullah pê re kiriye, bi zelalî dibêje ”Ez Kurd im û şanaziyê bi kurdbûna xwe û Kurdistanê dikim”.
Leyv herwiha hêvî dike ku rojekê Kurdistanê serxwebûna xwe bi dest bîne û tekez dike, divê ji bo vê yekê xebat bê kirin.
Post Views: 94
تُتاح هذه الصورة أيضا في:
Kurdî