October 13, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Qasim Derbo: PKK li Şingalê jimareya çekdarên xwe zêdetir dike

Qasim Derbo: PKK li Şingalê jimareya çekdarên xwe zêdetir dike

BasNews– Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo aşkere dike PKK berdewame li ser zêdetirkirina jimareya çekdarên xwe li Şingalê û ev yek jî bûye sedema tirsê li nava şêniyên xelkê.

Herwiha Qasim Derbo amaje bi wê yekê jî dike PKK ji xelkê Şingalê re dibêje herkesê ligel wan be wê mehane mûçeyan ji bo wan dabîn bike û ev jî xapandineke PKKê ye û dixwaze wan kesên hejar bîne nava xwe.

Di berdewamiyê jî de Qasim Derbo aşkere kiriye PKKê bi çend şêwazan hewl dide jimareya çekdarên xwe zêde bike û ev yek jî dibe sedema tirsê di nava xelkê Şingalê de.

Qasim Dirbo dibêje:’’Gelek kesên çûne nava PKKê niha dixwazin ji nava wê veqetin. Lêbelê PKKê gefê li wan dixwe û nahêle ji nava wê derbikevin.Rewşa Şingalê baş nîne tirs li nava xelkê çêbûye ku şer li nava bajêr çêbibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi