July 06, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Hewlêrê dest bi ser 40 kg Heroyîn de hat girtin

Li Hewlêrê dest bi ser 40 kg Heroyîn de hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) Li Hewlêrê hêzên ewlehiyê grûpek ji bazirganên madeyên hişber desteser kirin û dest bi ser 40 kg madeyên hişber ji corê Heroyînê de jî girtin.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişber li Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan di operasyonekê de bandeke bazirganên madeyên hişber ku ji 4 kesan pêk dihat, desteser kirine.

Di operasyonê de herwiha dest bis er 40 kîlogram madeyên hişber de hatiye girtin, ku di 80 qaliban de hatibû amadekirin. Li gor daxuyaniyê, her 40 kg ji madeyên hişber ji corê Heroînê ye.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişber destnîşan kiriye, operasyona îro ya hêzên wan li Hewlêrê “piştî lêkolîn û komkirina zanyariyên hûr” hat encmadan.

Li gor zanyariyan, endamên wê grûpê dixwastin ku “Herêma Kurdistanê weke tranzît bi kar bînin” û barê 40 kg ji madeya Heroyînê bişînin derveyî Kurdistanê.

Di daxuyaniyê d etê gotin, “yek ji tometbaran nasnameya Îranê pê re heye û kesên tometbar di dema kirîn û firotinê de hatine desteserkirin.”

Derbarê tometbaran de li gor yasaya hejmar 14 a madeyên hişber dosyeya lêkolînê hatiye vekirin û dosyeya wan ji dadgehê re hatiye şandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi