Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir
WAAR_Duhok:
Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir
Li gor Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amar wiha ye:
– Hejmara Êzidiyan li Iraqê: 550 hezar kes in.
– Hejmara Êzidiyên ji ber êrîşa DAIŞê koçber bûne: 360 hezar kes in.
– Hejmara şehîdên roja yekem a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê: 1293 şehîd in.
– Hejmara zarokên bê bav in: 2745 zarok in.
– Hejmara gorên bikomî yên heta niha hatin aşkere bûne: 80 gorên bikomî ne.
– Hejmara mezargeh û cihên olî yên hatine teqandin: 68 mezargeh in.
– Hejmara kesên koçberî derveyî welat bûne: Zêdetir ji 100 kes kesî tê texmînkirin.
– Hejmara revandiyan: 6417 kes in. Regeza mê: 3548 kes in. Regeza nêr: 2869 kes in.
– Hejmara rizgarbûyên ji destê DAIŞê bi vî awayî ne: Bi giştî: 3509 kes in: Ji wê hejmarê 1192 jin in. 337 mêr in. 1033 zarokên keç in. 947 zarokên kur in.
– Hejmara kesên mane: 2908 kes in. Ji wan 1323 jin in û 1585 kesên bi regeza nêr in.
Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî