June 27, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Filmeke kurdî beşdarî Festîvala Fîlman a Stenbolê bûye

Filmeke kurdî beşdarî Festîvala Fîlman a Stenbolê bûye

Rûdaw

Festîvala Fîlman a Stenbolê a ku ji aliyê ÎKSVê va bona 36emîn carî tê lidarxistin, dest pê kir. Filma kudî ya bi navê “Birayên Bêdengiyê” ku derhênerê wê Taylan Mintaş e jî di nav bernameya festîvalê de heye.

Festîvala Fîlman a Stenbolê a 36emîn ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê lidarxistin, îsal Xelata Rûmetê da lîstikvan Sir Ian McKellen.

Lîstikvanê navdar ê sînema û sehneyê McKellen ji bo wergirtina xelatê beşdarî merasima li TÎM Maslak Show Centerê bû û diyar kir ku ew cara yekê tê Tirkiyeyê û herwiha Stenbolê û ji ber hindê jî ew pir kêfxweş e.

Dîsa di festîvalê da lîstikvanê pispor ê Yeşîlçamê Edîz Hûn, Xelata Rûmetê pêşkêşî lîstikvan Selma Gunerî kir.

Di festîvalê da ji 61 welatî fîlmên 207 derhêneran dê bên pêşiya temaşevanan.

Di merasimê da ji bo bîranîna lîstikvan û derhênerên ji welat û dervayê welat ên ku ji 2016an vir ve wefat kirin û herwiha di navê da kesên wekî Vedat Turkali, Tarik Akan, Pinar Odabaş Aktug, Giovanni Scognamillo û Halit Akçatepe jî hene, vîdeoyek hat nîşandan.

Di merasima vekirina festîvala ku bi piştgiriya Wezareta Çand û Tûrîzma Tirkiyê tê lidarxistin de plaket pêşkêşî dem û dezgehên ku bûn sponsor kirin.

Herwiha di şevê da Kalben stran gotin û piştî merasimê jî fîlma Lodos / Notias ku derhênerê wê Tassos Boulmetis e, hat nîşandan.

Îsal di festîvalê da ji 61 welatî 186 jê metrajdirêj, 17 jê yên kurt wê fîlmên 207 derhêneran bên nîşandan û di nava festîvalê de fîlmekê Kurdî jî heye.

Filma derhênrê kurd Taylan Mintaş a bi navê “Birayên Bêdengiyê” jî dê were nîşandan.

Festîvalê di 15ê nîsanê da bi dawî be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi