Cara yekêye filmekî Kurdî dê pişikdarîya festîvaleka Rûsyayî bike
Filmê sînemayî yê Kurdî “Sîmay Xolemêş” digel bêtir ji 60 filmên sînemayê yên bîyanî dê pişikdarî filme festîvala Navdewletî ya “pira hunerî” li Rûsya bin.
Sîmay Xolemêş ji derhênan û senaryoya “Şaxewan Îdrîse” filmê navhatî behsa tawanên rejîma Beesê li salên heştîyan dike bi taybet wê pêkve jîyana neteweyî û ayînî li herêma Kurdistanê û filim li sala 2013 hatîye berhem anîn û heta niha pişikdarî çendîn filme festîvalên bîyanî û navxoyî buye.
Festîvala Navdewletî ya “pira hunerî” li Rûsya dê li 24 vê mehê bi pişikdarîya bêtir ji 60 filman bo maweyê şeş rojan ya berdewam be û bo cara yekê ye filmekê Kurdî pişikdarî festîvala navhatî dibe.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî