March 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

ŞINGAL – Alîgirên PKKê li dijî pêşmerge xwepêşandanê dikin, kuştî û birîdar hene!

ŞINGAL – Alîgirên PKKê li dijî pêşmerge xwepêşandanê dikin, kuştî û birîdar hene!
Rûdaw

Li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê alîgirên PKKê li dijî Leşkerê Roj xwepêşandan kirin û di dema aloziyan de xwepêşandanekê jiyana xwe jidest da û çend kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihand, îro komek xwepêşanderên alîgirên PKKê li Komalgeha Xanesorê li hember Pêşmergeyên Rojava xwepêşandak kirine û li ser vê yekê alozî derketiye.

Peyamnêrê me da zanîn, ku di dema aloziyan de gule hatine teqanidn û di encamê de jinekê bi navê Nazê Nayif Qewal jiyana xwe jidest daye û hejmareke xwepêşanderan jî birîndar bûne.

Fermandarekî Leşkerê Roj ê Pêşmergeyên Rojava ragihand, ku PKKê ji Rojavayê Kurdistanê ve hinek kes anîne Komalgeha Xanesorê ya Şingalê daku li dijî wan xwepêşandanê bikin.

Fermandarê Fermandeya Du ya Leşkerê Roj Qadir Şêx Memî ji Rûdawê re ragihand, îro Sêşemê 14-03-2017ê, PKKê ji bajarê Dêrîka Rojavayê Kurdistanê bi gelek otomobîlan alîgirên xwe veguhestiye Komalgeha Xanesorê ya Şingalê da ku li dijî wan xwepêşandanekê saz bikin.

Şêx Memî got; “Ji bo rûbirûnebûna xwepêşanderan polîsê çalakiyên medenî guleyên plastîkî û rondikrêj bikaranîn.”

Fermandarê Leşkerê Roj tekez kir, ku ji bo rewş aloztir nebe çi ji destê wan tê dikin û diyar kir; “Me ji pêşmergeyên xwe re gotiye bi ti awayî guleyan bernedin. Ji ber ku kontrolkirina rewşê erkê polîsê çalakiyên medenî ye.”

Medyaya nêzîkî PKKê jî dibêje “çekdarên PDKê teqe li xwepêşanderên Şingalê kirine û 10 birîndar hene.”

Êvara roja 2ê Adara 2017ê hêzekî Pêşmergeyên Rojava ku hejmara wan 500 pêşmerge bûn, bi armanca bicîhbûna li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê çûne Komalgeha Xanesorê. Lê li nêzîkî rêbendekê Xanesorê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya serbi PKKê xwest pêşiya wan bigre.

Hêza pêşgerge li du cihên Xanesorê bicîh bûn. Şervanên YBŞê jî demildest di navbera herdu yekînêyên pêşmergeyan de çeper kolandin.

Demjimêr 06.30ê roja 3ê Adarê yekîneyekê pêşmerge berbi yekîneya din ve kete nav tevgerê lê şervanên YBŞê xwestin pêşiya wan bigrin. Ji ber vê yekê di navbera herdu aliyan de pevçûn derket.

Di encama pevçûnan de 7 şervanên YBŞê jiyana xwe jidest dan û 7 ji wan jî ji aliyê pêşmergeyan ve hatine binçavkirin. Herwiha 4 pêşmerge jî birîndar bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi