April 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hezar çekdarên Êzîdxan dikevin ser wezareta pêşmerge

Hezar çekdarên Êzîdxan dikevin ser wezareta pêşmerge

Waar media

Fermandeyê hêzên parastina Êzîdîxanê ragîhand; biryar hat dan hêza wan bikeve ser wezareta pêşmerge ve.

Heyder Şeşo fermandeyê hêzên parastina Êzdîxanê bo malpera Partî ragÎhand; serokê herêmê biryar daye ku zêdetir ji hEzar çekdarên hêza Êzîdîxanê bi fermî bikevin ser wezareta pêşmerge û niha tomarkirina navan ya berdewame.

Heyder Şeşo got jî “pêwîste hêza wan çekî wergire û meşq bo wan bê kirin, û bi fermî wan bêxin ser bi wezareta pêşmerge û ew biryar bikeve di warê bicîh anînê da.

Şeşo amaje bi wê yekê jî kirîye, eger ew bi temamî çûn nav wezareta pêşmerge, ji alîyê çek û mûçe ve dê pişta xwe bide wezareta pêşmerge û hêzên wan jî ser bi çi alîyekî sîyasî nabin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi