Kemal Tolan: Kermkin li ser pêkvejiyana ku , di nav qewl û ilimdarên Êzdiyan de hatiye û têye naskirin bifikirin!
Min ji ber tengasiya wext nikarîbû di bernama „danasîna Êzdiyatiyê „*1 de ji rêzdar Şêx Melo Şengalî daxwazbikim ku, ew giringiya ku , qewl û ilimdarên Êzdiyan dane pêkvejiyanê bi „Qewlê ji Şamê tê Meclisê“ şîrove bike. Lewma min piştra û cardinê ji rêzdar Şêx Melo Şengalî daxwazkir*2 , ew wan çend sebqên“Qewlê ji Şamê tê Şamê“ ku, me di bernamê de zelalnekir niha dîsa bibêje. Zelal bike, ka Êzdiyan di qewl û ilimê xwe de çawa haj ji cînarê xwe hebûn û niha jî çiqasî hez ji pêkvejiyanê dikin?
Kemal Tolan- Şêx Melo Şengalî, çaxê te bixêr mamosteyê ezîz û hêja!
Tû dikarî niha bi çend sebqên“Qewlê ji Şamê tê Şamê“ ku, me di bernamê de zelalnekir bû ji me ra zelalbikî, ka Êzdiyan di qewl û ilimê xwe de çawa haj ji cînarê xwe hebûn û niha jî çiqasî hez ji pêkvejiyanê dikin?
Şêx Melo Şengalî – Ser çavan mamoste ezîz û hêja, raste min di bernama „danasîna Êzdiyatiyê „* de jî got, “Qewlê ji Şamê tê Şamê“ ji pêkvejiyanê xeber dide û wesiyet tê de hene.
Li gorî ez ji “Qewlê ji Şamê tê Şamê“ fahmdikim, Şêx Fexrê Adiya , diha wî li Êzdiya, hazir û guhdara be, hingê xaçê wî lê bû, wakaz(gopal)ê wî di dest de bû û li dinya yê digeriya. Îmamî li ber milet dikir. Qewil û beytên Tawisî Melekê enzelî û Şîxadî yên qayîp didane milet.
Ez dikarim 3-4 sebeqên vî “Qewlê ji Şamê tê Şamê“ weha bibêjim û zelalbikim:
Di sebeqê dibêje:
„Seata Şêx ji Şamê bi rê bû ,
(Wextê ji Şamê bi ber rê bû û berê xwe da Lalişê)
Çiqas ahlê Şamê hebû,
hezneke girane lê bû.
(Ahlê Şamê : Ew xelqê di Şamê de dijiyan, hemûk li ser Şêx ji nav wan derket û çû, ew ê careke din li wan venagere ketine hezneke giran. Li virê bibêjim, delîlek di destê me de heye, Miletê Başîq û Bazan hingê ji Şamê hatine Lalişê.)
Ji Şamê heta Sergirtê
(Di wî wextî de li wê derê , di herêma Lalişê de ciyek -Tebeyek anjî gundekî Êzdiyan bi navê Sergirtê hebûye.)
Reş xetek wa li ber tê
(Reş xet; Nîşaneke bahtinî û enzelî li wê derê dîtiye. Ew î ew nîşan naskiriye.)
Berê reş xetek
Min naskir ji wê pirê
(Ez bawerdikim li wirê pire heye . Pir, bi zimanê qewil aveke weke Feratekî ye li wirê di herike . Mahneyeke din jî, çaxê li pêşîya yekî pirek hebe, ew pira Bahtinî yê ye mezin li pêş çava be , li wê derê radweste û nikare derbasbibe.)
Ji Alquşê heta Mexîna
( Alquş : Bajarekî nehiya Mesihiya î mezine . Mexîna : Navê dêreke Mesihiya ye ji Alquşê û wir deye).
Şêx Fexir bi devê xwe gotiye: Ewa înyata her çar Dîna ( Hingê jî Bisilman, Fileh, Cihû û Êzdî li wê axa Kurdistanê de pêkhev dijiyan. Niha jî hemû Bisilman, Fileh, Cihû ,Êzdî û Kurdê Êzdî di Kurdistanê de pêkve jiyanê dikin. Ew li xêr û şerê yekin. Silava wan e li yeke, diçine şîn û sahîyên hev, kêfa wan ji hev rat ê. Her yekê bi zarê xwe , bi zimanê xwe, ola xwe dişopîne û Xwedayê xwe nasdike. Di nav pêkvejiyanê de miletekin, qewme kin, kultur û zimanê wan yeke, dahin û standina wan yeke. Her yek şuxlê dîn weke di nava abid û abid de, di nêva Xaliq û Muxlûq da , di nêva însan û Xwdayê wî de dibîne. )
Bi xêr ciyên lê tên mizgîne
(Mizgîna xêrê di vêderê de kifşdibe. Rojekê wê mizgîna xêrê ji wan miletan ra , miletê wî ra wê derkeve . Ev mizgînê wê bibe mîzgîna başî, xêr û xweşî yê . Xwedê tiala mizgîna xêrê bide dosta, hazir û guhdêra )
Nêva Alqûş û Dêrê
(Dîsa lê vegeriya û got,..)
Ew e ciyê Keşîşa , lê dikin siba xêrê
(..Şêx Fexrê Adiya hat , sed carî bixêr bê! Silaveke germ danê , piçûk û mezin derketine pêşîyê. Li destên wî tawaf bûn. Her yekê daxwazkir ku, Şêx Fexrê Adiya dihayekê li wan, hazir û guhdaran jî bike.
Li gorî karta ku di naveroka vî qewilî de tê xwanêkirin, berê li wan gunda, li wî welatê Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê , li Şamê , dûr û nêzîk hemû , ew ax , aqar milk û welatê Êzdiya ye. Melek, çakên Xwedê, qenc , xas û babçakên Êzdiyan-Şêxa, Pîra , sirê Bukur hwd.- hemû di wan herêman de hebûn. Heta roja îro ji bilî Lallişa Nûranî, hêjî ziyaretên Êzdiyan di wanherêman de ne .
Tamamiya vî „Qewlê ji Şamê tê Meclisê“ 13 sebeqene û em dîsa jî nikarin bi tevayî şîrove bikin.
Em î dikêmin û Xwedê tamame ! „*2
Kemal Tolan , xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê 04.01.23
*Çavkanî :
1 Çarpel Mediya tv. Bernama danasîna Êzdiyatiyê
https://www.facebook.com/KemTolan/videos/484449263612699
2 Kemla Tolan û Şêx Melo Şengalî
CH