May 11, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Apple dê iPhone 14yê bide nasîn

Apple dê iPhone 14yê bide nasîn

Hewlêr (Rûdaw) – Apple dê îro iPhone 14yê bide nasîn, tê pêşbînîkirin ku hin taybetmendiyên nû li ser hebin lê ji ber enflasyon û pirsgirêkên di peydakirina cîhanî de bi bihayeke zêdetir were firotin.

Wek iPhone ên berê, modela îsal jî iPhone 14, iPhone 14 Pro û iPhone 14 Pro Maxan dê li xwe bigire. Tê çaverêkirin ku iPhoneya herî dawî ziravtir û xwedan ekraneke mezintir be.

Her wiha tê gotin ku Apple dê yekem car e iPhoneke ku ekrana wê 6.7 inç rabigihîne ku ne modela Pro ye û tê wê wateyê ku dê erzantir be.

Tê payîn ku di iPhonea nû de xeta reş a li derdora kameraya pêşî û dengdera pêşiyê winda bibe an jî were biçûkkirin.

Di heman demê de tê pêşbînîkirin ku iPhonea nû xwedan kamerayeke bi kalîtetir be ku iPhone 14 dê bibe yekem telefona ku vîdeoya bi 8K tomar bike.

iPhoneên biçûk ên ku di rêzikên berê de hebûn, tê çaverêkirin ku di vê rêzikê de tunebin. Pisporên bazarê dibêjin ku Pro û Pro Max dê bi kêmî ve 100 $ ji hilberên sala borî bihatir be.

Demjimêr û airpods

Berhemeke din a ku di konferansa îro de dê were ragihandin tê demjimêra herî dawî ya Apple ye ku tê pêşbînîkirin ku yekem modela pro ji bo dildarên werzîşê tê de hebe.

Medyaya Amerîkî radigihîne ku berguhkên Appleê, jê re AirPod Pros tê gotin, hatine pêşxistin û dê di konferansê de bêne pêşkêşkirin.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi