March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Berhevkarê kelepora Kurdî Seyda Goyan mûzexaneyek ava kiriye

Berhevkarê kelepora Kurdî Seyda Goyan mûzexaneyek ava kiriye

Şirnex (K24) – Li navçeya Qilaban a Şirnexê, nivîskar û lêkolînerê kurd Seyda Goyan mûzexaneya kelepora kurdî vekiriye. Di mûzexaneyê de bi sedan berhemên kevnare yên çand û hunera kurdî hene. Seyda Goyan dixwaze; mûzexaneya xwe ji bo bajarekî kurdan wekî Duhok, Hewlêr an jî Diyarbekirê veguhêze, lê ji bo vê yekê jî daxwaza piştgiriyê dike.

Seyda Goyan; lêkolîner, nivîskar û berhevkarê kelepora kurdî ye. Seyda Goyan ê 57 salî ku malnişîn e, bi salan e bi ked û xebata xwe li gund û bajaran geriyaye û bi sedan berhemên kelepûra kurdî berhev kirine. Seyda Goyan, gelek ji van berheman ji kîsê xwe kirriye û bi derfetên xwe, li mala ku lê ji dayîk bûye mûzexane ava kiriye.

Seyda Goyan ji K24ê re diyar kir: “Kar û xebatên min yên folklorîk ji sala 1993an ve dest pê kiriye. Ez wan berhem û amûrên ku ber bi windabûnê ve diçin ji mirinê rizgar dikim. Di 2020an de ez ji Batmanê hatim vê derê serdana birayê xwe, min di xaniyê wan de cereke piçûk dît. Min ji wê cerê dest bi berhevkirina van berheman kir.”

Berhemên çand û hunera kurdî ku ji çar aliyên welat hatine berhevkirin li vê mûzexaneya ku ji du jûran pêk tê cih digirin. Dîroka hin berheman heta 400 salan jî diçe. Di nava berheman de cilûbergên ededî, amûrên cotkariyê, amûrên xwarin û verxwarinê cih digirin.

Seyda Goyan dibêje; ji çar aliyên cîhanê xelk tên û li mûzaxaneyê digerin lê belê herî zêde kesên ku ev berhem û amûr di jiyana wan de cih girtibin hestiyar dibin.

Goyan eşkere kir: “Min bi çavên xwe dîtiye dayîkên temen mezin hatine vê derê û li van berheman geriyaye û hestiyar bûye. Ji min re gotiye; wan gelek ji van amûran di jiyana xwe de bi kar anîne. Hestiyar bû û rondikên çavên xwe paqij kir. Kelûpelên xwedî dîrokeke 400 salan e û yên ji 1980an ve min berhev kirine.”

Seyda Goyan dibêje; ji ber ku mûzexane li cihekî dûrî bajarên mezin in gelek kes nikarin werin serdana wê bikin. Û tîne zimên ku; ew amade ye mûzexaneyê veguhêze bajarekî wekî Hewlêr, Duhok an jî Diyarbekirê û dikare bê beramber hemû berheman bibexşîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi