March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezîrê Perwerda Hikumeta Herêma Kurdistanê piştevanya xwe bo xwendkarên Êzidî dûpat dike

Wezîrê Perwerda Hikumeta Herêma Kurdistanê piştevanya xwe bo xwendkarên Êzidî dûpat dike

Tora Laliş/ Duhok

Îro Şembûyê rêkeftî 29/4/2023 şandek ji desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ko pêk hatbû her êk ji “Munîb Seydo” Berpirsê Beşê Qutabyan li destekê digel herdû endamên destekê “Dexîl Nayf” û Diyarîn Xudêde” digel wezîrê perwerdaye hikumeta Herêma Kurdistanê berêz “Alan Heme Se’îd” kom bûn,
divê serdanê da çendîn babetên giring girêdayî rewşa qotabyên êzidî bi giştî û yên Şingalê bi taybetî hatine tawetêkirin.

berpirsê beşê qutabyan li pêşyê ronahî xiste ser wê çendî rewşa qutabyên êzidî bi şêwekî giştî li berçav bête wergirtin ji ber van kawdanên ku niho têda derbas dibin û jîn û jiyara wan ya bi zehmet di awareyê de,  her dîsan vekirina qutabxanên birayetî tewerekî serekî bû ji vê kombûnê û hewlên cidî dê hêne kirin ko sala xwandinê ya bêt bihête vekirin

Her di berdewamya vê kombûnê da mamusta “Dexîl Nayf” endamê desteya bilind û serperiştyarê perwerda Êzidiyatî bi tîr û teselî bas li pertûka Êzidîyatyê û lîjnên pêdaçûnê babetî kir bi xoşhalî ve wezîrê perwerdê piştevanî û amadeya xo bo her pêdvîyeka qutabyên êzidî diyar kirin,
Li dumahyê jî ji layê xove şandê bingehê laliş jimara 49 ya nûya govara laliş digel dumahîk weşanên bingehê laliş pêşkêşî wezîrê perwerdê kirin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi